‘Êrîş hebin xweparastin heq e’

Tora Parastinê ya Jinê, li hemberî êrîşan parastin weke heq û xweparatinê pênase dike. Divê bê şert û merc divê hemû jin cih li gel jinên xweparastinê dikin, derkevin.

Li Tirkiyeyê yek ji sedemê zêdebûna şidet û qetilkirina li ser jinan bêcezatî ye.

284 JIN HATINE QETILKIRIN, ŞIDET LI 792 JINAN JÎ HATIYE KIRIN

Parlementerê HPD’ê Omer Ocalan ê têkildarî şideta li jinê ya sala 2020’ê raporek amade kir bal kişandiye ser van daneyan: “Ji 1’ê Çileya 2020’ê heta 31’ê Kanûna 2020’ê li gorî daneyên rojevî ku ji nûçeyên li ser weşanxane û çapemeniya xwecihî, netewî û înternetê yên li Tirkieyê, mêran di sala 2020’ê de bi kêmanî 248 jin qetil kirine. Dîsa cînayetên salên borî ku hatibûn kirin û sala 2020’ê ketin weşanê jî li gorî wê ev hejmar digihêje 305’an. Dîsa li gorî heman dîroka navborî (1’ê Çileya 2020’ê heta 31’ê Kanûna 2020’ê) 26 zarok ji aliyê mêran ve hatiye qetilkirin, desthatiye avêtina 96 jinan, 818 jin neçarî karkeriya seksê hatine kirin, destdirêjî 147 jinan hatiye kirin û 265 zarok jî hatine îstismarkirin. Dîsa li gorî heman daneyan sala 2020’ê bi kêmanî şidet li ser 792 jinan hatiye kirin, sala 2020’ê trans jî di nav de bi kêmanî mirina 255 jinan weke bi ‘guman’ ketine çapemeniyê.”

DI MEHA ÇILEYÊ DE JÎ MIRINA JINAN KÊM NEBÛ

Di meha destpêkê ya 2021’ê de jî rewş ne cihê bû. Li gorî daneyên Plaftorma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin sala 2021’ê ji aliyê mêran ve 23 jin hatine qetilkirin, 14 jî bi awayê guman mirî hatine dîtin. Li gorî daneyên platformê herî zêde jin ji aliyê hevjîn, hevjînê berê, yan jî mêrê ku li gel hev in ve hatine kuştin. Ji ber pandemiyê jî piraniya jinan li mala xwe hatine qetilkirin.

DESTHILAT JINAN BÊ XWEPARASTIN DIHÊLE

Ji Tora Parastinê ya Jinan Tûgçe Ozçelîk têkildarî xweparastinê ya jinan axivî û diyar kir ku xweparstina jinê ya li hember şideta mêr ew weke çarçoveya xweparastinê dibînin û di vê mijarê de jî zelal in. Ozçelkîk got: “Em vê yekê weke xewparstin digirin dest, nimûne Melek (Îpek) xweparastine. Lê desthilat bi polîtîkayên xwe ji jor ber bi jêr ve bi şideta sîstematîk, bi qanûn, êrîşî bedena jinê û jiyana wê dike, bi awayekî ku jinana bêparastin bihêlin siyasetê dikin. Ji bo jin nemirin, mafê xwe yê xweparastinê bikar tîne, ev jî tê wateya xweparastinê.”

JINAN TEŞWÎQÎ XWEPARASTINÊ DIKIN

Tugçe Ozçelîk anî ziman ku divê jin li dijî her cûre şideta li ser jinê xweparastinê pêş bixe û got: “Ji ber ku li hemberî jinê ne tenê şideta fîzîkî belkû şideta gotin, hestî û aborî jî tê kirin; ji bo wê ye pêwîstî pê heye ku xwe biparêze. Xweparastin ji bo jinekê divê bi zanabûn, çarçoveya rêzgirtin û xweseriyê bi temamî bixe destê xwe pêkan e. Em Tora Parastina Jinê jinan teşwîqî xweparastinê dikin. Di nava xebatan de ne ku jin li her qadê tenê û di nava civakê de tevnên xwe yên rêxistinê ava bike û bikare li dijî her êrîş û mijarekê bikare yek dengî dengê xwe bilind bike.

‘ÊRÎŞ HEBE XWEPARASTIN HEQ E’

Dema li kolanê şidet li jinê tê kirin, li nava otobusê destdirêjî lê bê kirin; jin li ber vê bi yek dengî dengê xwee bilind bike ev xweparastin e. Eger êrîş hebe xweparastin heq e. Bi taybet di dema pandemiyê de ku jin di nava malê de dibe hedefa şidetê û bê parastin dimîne, hewl didin di vê pêvajoyê de jinan teşwîqî piştevanî û berxwedanê bikin.”

‘ATOLYEYÊN KU JIN XWE BIPARÊZIN AVA DIKIN’

Ozçelîk bal kişand ku ew Tevna Parastina Jinan atolyeyê xweparastinê avakirin û di vê çarçoveyê de li ser mijarên ji koka şidetê heta xweparastina fîzîkî li ser gelek mijaran kar dikin û ev anî ziman: “Em Parasina Jinê atolyeyên 4 hefte ya xweparastinê pêk tînin. Du mehên destpêkê yên atolyeyê li ser rewşa berî bigihêje şideta fîzîkî yên mîna xweparastin çiye? nîqaş tê kirin. Pêvajoyeke çar hefte ku berî ku şidet li ser jinê bibe sînorê xwe xêzkirin, bikare bêje na û koka şidetê nîqaş bikin heye. Di dawiya vê atoliyeyê de herî dawî xweparastina fîzîkî tê dayîn. Lîstikên ku bê ka wê jin ji amûrên li gel bigire û heta li nava kolan û malê bikare pê parastina xwe bike, tê lîstin.”

‘EM NEÇARIN XWEDÎ LI HEV DERKEVIN’

Herî dawî Ozçelîk bal kişand ser pêkanîna bêcezatiya desthilat û darazê û got: “Divê jin xwedî li jinên xwe diparêzin derkevin. Di demekê de ku Melek (Îpek) bi cezayê muebetê tê darezandin, kujerê jinê li kolanan digere. Bi heman rengî desthilat a ku vê teşwîq dike li ser kursiyê xwe dirûne, lê Melek bi cezeyê muebetê tê darezandin. Ji bo kujeran ceza nayê dayîn, lê jinên xwe xwe diparêzin ceza lê tê birîn. Bê şert û merc divê hemû jin cih li gel jinên xweparastinê dikin, derkevin. Ji ber ku li pêşberî me hêzekî bi daraz, medya, qanûn û rêxistinên xwe heye.”