Çîroka kurt a Şoreşa Kurdistanê-1

Kurdistanê naleta li ser xwe avêtiye û malovanî ji zayînên nû re kiriye. Dema Ocalan li gundê Amarayê ji dayik dibe, Şoreşa Kurdistanê dest pê dike.

Şoreşa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîmarê wê ye, wê gelê Kurd ji binî ve biguherîne û destkeftiyên mezin bi dest bixe. Ji ber ku dihat xwestin gelê Kurd ji dîrokê were rakirin. Li hemberî vê guherîna di nav Kurdan de, dewleta Tirk a mêtinger û hêzên navneteweyî dikevin nav xofê û ber bi dawiya sedsala 20’emîn wê Rêberê Gelê Kurd bikin hedef.

Dîroka Kurdistanê gelek caran hatibe ber sikratê jî, bêguman hin destpêkirinên ku dîrokê diguherîne jî heye. Erdnîgariya Kurdistanê ya ku astên krîtîk lê hatin jiyîn, laneta li ser xwe avêtiye û malovanî ji zayînên nû re kiriye. Yek ji van zayînan jî jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Vê pêvajoya ku bi jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, ji bo gelê Kurd tê wateya serdemeke nû. Îro di şexsê Abdullah Ocalan de hin geşedanên wisa pêk hatin ku dikare dîroka Kurdistanê serobin bike, bi demê re ev guherîn bi tenê di nav ernîgariya Kurdistanê de namîne, wê li herêmê rûpelekî nû were vekirin û li dinyayê belav bibûya.

Pêvajoya beriya jidayikbûna Ocalan yek ji pêvajoya herî tarî ya Kurdistan û gelê Kurd e. Bi avabûna Komara Tirkiyeyê re konsepta înkar û îmhayê ya li ser Kurda ketibû dewrê. Serhildanên li Qoçgirî, Şêx Seîd, Agirî û Dêrsimê hatibû têkbirin. Ji ber vê jî wê dewleta Tirk şoreşa di çaryeka dawîn a sedsala 20’an de bi pêşengiya Abdullah Ocalan bihata destpêkirin wekî ‘Serhildana Kurdan a 29’emîn’ bi nav bikira. Wê dîrok û dinyayê bidîta ku şoreşa Abdullah Ocalan ew ava kiriye, ji serhildaneke klasîk zêdetir wateya xwe heye.

Baş e gelo zaroktiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zaroktiyeke çawa bû? Abdullah Ocalan ê ku di 4’ê Nîsana 1949’an de li gundê Amara yê Xelfetiya Rihayê ji dayik bûye, hê di zaroktiyê de di nav lêgerînan de bû. Wî bi helwesta xwe ya serhildêr di biçûktiya xwe de bala kesên derdora xwe kişandibû. Ligel temenê xwe yê biçûk her dem hewl dida ji xweza û jiyanê hin encaman derxîne û jiyanê nas bike. Serhildana li hemberî malbata xwe, ji aliyekî ve li dijî aliyên paşverû yên pergal û civakê bû.

Di zaroktiyê de helwesta wî ya cihê berê wî da encamên cihê, di hişê wî de fikra Kurdistan di bin dagirkeriyê de ye şênber bû. Qonaxa duyemîn a di jiyana Abdullah Ocalan de de jî di sala 1971’an de dema diçe Fakulteya Hiqûqê ya Stenbolê dest pê dike. Di wan salan de lêgerînên wî yên li ser jiyanê didome, di civîneke Ocaxên Çandî yên Rojhilat a Şoreşger (DDKD) qala teza ‘Kurdistan mêtingehek e’ dike.

SALÊN ENQEREYÊ

Salên Enqereyê jî ji bo Rêberê Gelê Kurd rê li ber serpêhatiyên nû vedike. Li paytexta dewleteke mêtinger, bingeha têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ava dike. Salên xwendekariyê yên li Fakulteya Zanînên Siyasî, ji bo azadkiria civaka Kurdan, rêlibergirtina rûxandina Kurdistanê, fikrên geşkirina têkoşîna li ber roniya sosyalîzmê tevkariyên girîng li fikrên wî dike. Di van salan de tevgera şoreşger a Tirkiyeyê ya bi pêşengiya Denîz Gezmîş û Mahîr Çayan jî geş dibe.

Di van salan de wê Mahîr Çayan û hevalên wî li Kizildereyê werin qetilkirin. Piştî bihîstina vê qetlîamê li ser pêşniyaza Rêberê Gelê Kurd li zanîngehê ders tên boykotkirin. Di vê çalakiya 7’ê Nîsana 1972’an de Abdullah Ocalan jî di nav de gelek xwendekar tên girtin û xwendekaran dişînin Girtîgeha Mamakê. Di 23 saliya xwe de 6 mehan di girtîgehê de dimîne, ev dem di jiyana wî de rê li ber qonaxeke nû vedike.

Salên di Girtîgeha Mamakê de, fikrên Ocalan şênbertir dike. Êdî ew dewleta ku wê li hemberî wê rabe, baş nas dike. Abdullah Ocalan li ser pirsên divê li hemberî êrîşên dewletê çi were kirin, têkoşîneke çawa were kirin, piştî ku ji girtîgehê derdikeve, êdî bersiva gelek pirsan dîtiye. Abdullah Ocalan fikrên xwe yên li ser azadiya gelê Kurd ji hevalên xwe re dibêje û wan qanih dike. Di vê pêvajoyê de du şoreşgerên Tirk nas dike. Kemal Pîr û Hakî Karer. Ev her du kes wê bibin rêhevalên wî.

Di nava demeke Kurd de hevalên wî tên ser fikra Abdullah Ocalan, piştî demeke kurt ew wekî pêşengê komê derdikeve pêş. Hin çavdêr û dîroknas vê rewşê wekî pêvajoyeke ‘jixweber’ diyar bikin jî, ji destpêkê ve di nav komê de Abdullah Ocalan bingeha her tiştî amade dike. Bi pêşengiya wî di sala 1973’an de kom li Bendava Çûbûkê ya Enqereyê li hev dicive, piştî civînên li Tûzlûçayir û Dîkmenê biryara komê didin. Bi vê biryarê re tevger asta herî girîng jî temam dike.

‘AVAKIRINA ŞANEYÊN HINGUV’

Komeleya Xwendina Bilind a Demokratîk a Enqereyê (ADYOD) ya ku yek ji rêxistinbûna demokratîk e ku piştî mûxtiraya 12’ê Adarê ya di bin banê de zanîngehê de ye, di sala 1975’an de bi pêşengiya Ocalan hatiye avakirin. Avakirina ADYOD’ê ji bo ‘serdema komê’ ya dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurdan yek ji qonaxeke herî girîng e. Hejmara komên ji ser ADYOD’ê xwe bi rêxistin dikin roj bi roj zêde dibe.

Ev kom ji ber navê Abdullah Ocalan wekî ‘Apoyî’ yên naskirin, piştre jî di nav xwe de karbeşiya peywiran dike. Xebata herî girîng a komê ev e ku avakirina îdeolojiya tevgerê ye. Ji bo vê jî komek xwendekar bi pêşengiya Mazlûm Dogan diçin pirtûkxaneyên dewletê, di arşîv û pirtûkan de li dîroka Kurdistanê digerin û lêkolînan dikin. Yek ji avakarê tevgerê Alî Haydar Kaytan piştî salan di roportajekê de dibêje ku “Mazlûm Dogan û hin heval agahiyên di wan pirtûkan de ji komê re radigihandin. Carinan jî em li malan kom dibûn û me ev agahî nîqaş dikir. Rêber Apo senteza piraniya agahî û zanînan dikir û bi vî awayî îdeolojiya tevgerê diyar dibû. Rêber Apo wekî mozekê şaneyên hinguv ava dikir.”

ÊDÎ DEMA KURDISTANÊ BÛ

Bi avakirina komê û amadekirina nexşerêyê re, Apoyiyan berê xwe dan Kurdistanê. Êdî tîr ji kevanê filîtibû û dema Kurdistanê hatibû. Bi rêwîtiya ber bi Kurdistanê ve ya rast gelek tişt dabûn ber xwe û hemû jî di nav hev de ne. Ji ber vê jî lêkolîna di nav pirtûkan de qediyaye û dema daketina qadan e. Çûna Kurdistanê ji bo naskirina civaka Kurdistanê, partiya ku wê were avakirin û şoreşa ku wê were destpêkirin ‘xebata sondajê’ ye, pêre jî ji bo rêxistinkirina ciwan, gundî, karker, jin û hemû gel zend û bendê xwe badidin.

Endamên koma di bin pêşengiya Abdullah Ocalan de yên ku hejmara wan ne deh kes in jî di navbera salên 1974-1976’an de li Kurdistanê belav bûn. Hakî Karer berê diçe Êlihê piştre diçe Dîlokê, Cemîl Bayik diçe Rihayê, Alî Haydar Kaytan diçe Dêrsimê, Dûran Kalkan diçe Amedê, Mehmet Hayrî Dûrmûş diçe Çewligê. Abdullah Ocalan jî ji Dîlokê heta Dêrsimê, ji Xarpêtê heta Mêrdînê di wê xetê de diçe û tê. Ciwanên Apoyî li dijî dewleta mêtinger xwe birêxistin dikirin û li dijî fraksiyonên ku digotin ‘Li Kurdistanê cih ji we re tune’ têdikoşiyan. Ligel van van tiştan jî Abdullah Ocalan û rêhevalên wî li gorî nexşerê û planên xwe tevdigeriyan, şoreşa ku wê li Kurdistanê rêyeke nû veke, bi hostetî ava dikirin.

ŞEHADETA PÊŞÎN A RÊHEVALTIYÊ…

Li erdnîgariyeke berfireh qala wan dihate kirin. Êdî tu kes nemabû ku Apoyiyan nas nekin. Dema Abdullah Ocalan û hevalên wî evqasî derketin pêş, dewleta Tirk û komên sîxur jî ji bo pêngavên dijberiyê ketin nav hewldanan. Hakî Karer ê ku yek ji pêşengê komê bû wexta li Dîlokê xebatên rêxistinkirinê didomand di 18’ê Gulana 1977’an de ji aliyê endamên koma Stêrka Sor hate qetilkirin.

Şehadeta Hakî Karer li ser Abdullah Ocalan bandoreke mezin çêkir. Kuştina Hakî Karer wekî êrîşa li dijî komê hate nirxandin. Di vir de wê yek ji taybetiyên ku Abdullah Ocalan dike rêber wê were dîtin, di demên herî dijwar de, dema ku derî tên girtin, dîtina rêyekê û afirandina ronahiyê ya ji tarîtiyê. Ocalan ji bo ku xwedî li bîranîna Hakî Karer derkeve, li Dîlokê bernameya partiyê amade kir. Dema ku wî ew ev amadekarî dikir, rêxistinkirina berxwedana çekdarî ya li dijî êrîşên dewletê jî derket pêş. Apoyiyan hesap ji kujerên Hakî Karer dipirsîn. Ev helwest wê nîşaneya gerdîşa ‘Xwîna rêhevalên me li erdê namîne, teqez tola wan tê stendin’ jî bida diyarkirin.

DEMA KU PKK DIKEVE DÎROKÊ

Piştî biryara avakirina partiyê ya Apoyiyan, di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê Licêya Amedê bi tevlêbûna 22 delegeyan civînek hate lidarxistin. Di civînê de partiya bi navê Partiya Karkerên Kurdistanê hate avakirin, di heman demê de ev kongreya pêşîn a partiyê bû. 6 meh piştî avakirina partiyê di nîveka 1979’an de li Sêwregê li dijî sîxuran berxwedanek hate kirin û avakirina partiyê hate ragihandin.

Di avakirina PKK’ê reji bo gelê Kurd pêvajoyeke nû dest pê dikir. Li Kurdistanê gelek berxwedan hatibû têkbirin, ji dawiya salên 1930’î heta destpêka 1960’an bi navê ‘bêdengiya wekî mirinê’ dihat binavkirin. Li gorî dewleta mêtinger êdî wan beton berdabûn ser doza Kurdistanê û gelê Kurd ji dîrokê hatibû daxistin. Bi avabûna PKK’ê re, miradê mêtingeran di qirika wan de ma.

Di wê serdemê de dema ku nasname, gerdîş, cil û berg dihate qedexekirin bi pêşengiya Abdullah Ocalan şoreşek dihate destpêkirin, ev jî dihat wateya ku gelê Kurd ji xweliya xwe, xwe ava dike. Ji ber vê jî rêveberên dewleta Tirk digot, “Wekî ku me 28 serhildanên berê têk bir, em ê ya 29’emîn jî têk bibin.” Lê Abdullah Ocalan û hevalên wî, wê gav bi gav bextê gel biguheranda, wê dîrok dîsa dubare nebûya.

‘HÎCRET’A DI HAVÎNA 1979’AN DE

Dewleta Tirk ji bo qelskirin û biçûkkirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê her cure plan û êrîş ceriband. Hê mehek ji ser avakirina partiyê derbas nebûbû, di rojên dawîn ên sala 1978’an de li Maraşê qetlîamek hate kirin, vê mînakê nîşan da ku dewlet û hêzên faşîst dikarin zilmeke çawa bikin.

Bi îlankirina avakirina PKK’ê re li ser xeta Hîlwan û Sêwrekê li gelek navendan berxwedanên mezin dihat kirin. Komek PKK’yiyên wekî ‘Şoreşgerên Kurdistanê’ dihatin naskirin, li ser axa Kurdistanê ya nehatibû ajotin, tovên şoreşê direşandin. Dewleta Tirk jî nesekinîbû, dest bi girtinan kiribû, gelek bajarên Kurdistanê xistibû bin rêveberiya awarte.

Abdullah Ocalan vê pêvajoya ber bi cûntaya 12’ê Îlona ya 1980’an baş nirxand, biryareke krîtîk stend, wekî gelek pêşengan Hîcret hilbijart. Di 2’ê Tebaxa 1979’an de dema ku ji Sûrûcê derbasî wî aliyê sînor Kobanê bû, di têkoşînê de serdemek bi dawî dibû. Wê rêwîtiya çend saetan, li ser xeta Rojava, Sûriye û Lubnanê wê deriya 20 salan ê li Rojhilata Navîn vekira. Rêberê Gelê Kurd wê piştre qala biryara xwe ya çûna ber bi Rojhilata Navîn wisa bikira û bigota, “Min digot du rê hene –Wê demê li Rihayê bûm, min hewl dida biryara xwe li wir bidim- yan rêyeke ji Başûr ber bi Rojhilata Navîn ve diçe yan jî ji herî Bakur ji Dêrsimê rêya çiyayî ya ber bi Botanê. Li ser rêya çiyayî ez hindikî fikirîm. Di wan demê de ji bo rêhevalê hêja Mehmet Karasûngûr em talîmateke bi qasî rûpelekê amade kiribû, ‘Heke em ê bijîn, divê em li qadên çiyayê ceribandinên gerîlatiyê bikin, ji xeynî wê, ew ê gelekî zehmet be ku tevger li ser pêyan bimîne’ Li ser vê bingehê me xwest em gavan bi tevgerê bidin avêtin. Pêşîn Berxwedana Sêwregê, piştre jî li hin herêman hin berxwedanên kurt hate kirin. Piştre min ji bo xwe got ‘Ev der an jî ew der’ û piştî pêvajoyeke dirêj a biryarê me berê xwe da Rojhilata Navîn.

Li Rojhilata Navîn peywira me ya pêşîn, ya ji bo têkneçûn û venemirîna tevgerê bû. Ji bo ku em doza neteweyî ya li Kurdistanê ragihînin ji mirovayetiyê re û bi wan bidin qebûlkirin, divê me têkoşîneke şoreşger a çekdarî ava bikira. Ji bo pêkanîna vî tiştî em tu caran neketin nav fikaran. Ji ber ku bi faşîzma 12’ê Îlonê re biryar hatibû dayin ku neteweya me di nav tariya dîrokê de bihata veşartin.”

Rêberê Gelê Kurd ji bo ewlehiya kadroyên PKK’ê, li derveyî welat qadekê ava bike, derfetên geşkirina partiyê bi dest bixe, berê xwe dabû Rojhilata Navîn. Piştî vê biryarê bi salekê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 12’ê Îlona 1980’an de rejîma cûntayê ya leşkerî hate îlankirin. Erdnîgariya mezin bû wek dojehê, texmîna Abdullah Ocalan pêk hatibû. Bi vekirina deriyê Rojhilata Navîn re, komek kadroyên PKK’ê xwe ji vî agirî parastibûn.

BERXWEDANEKE DI ŞERTÊN GIRAN DE

Darbeya ku Kurd tune dihesiband, wekî kabûsekê xwe bera ser Kurdistanê dabû, her der dabû ber xwe. Hovîtiya herî mezin jî li Amedê dihate jiyîn. Divê were diyarkirin ku ji sê paran du parên kadroyên PKK’ê dîl hatibûn girtin. Bi darbeyê de hovîtîyên heta niha mînakên wê nehatibû dîtin, hewldanên teslîmstendinê li ser rêveber, kadro û sempatîzanên PKK’ê hate ceribandin.Dewleta Tirk dixwest ji ser kadroyên PKK’ê yên di zindanan de PKK’ê teslîm bigire, bi wan re jî hêviyên di nav gel de biqedîne. Kadroyên pêşeng ên haya ji wan ji vî tiştî hebû, li hemberî faşîzmekê rabûn a ku di dîrokê de tu mînaka wê tune. Kadroyên PKK’ê di şertên herî giran de, vê feraseta mêtingeriyê têk birin.

Di wê serdemê de dema ku li zindana Amedê şerê man û nemanê dihat dayin, Abdullah Ocalan li qada Sûriye û Lubnanê wekî bi derziyê tehtan bikole, hewl dida ji bo tevgerê derfetan ava bike. Piştî hewldanên kûr li Lubnanê li kampên şoreşgerên Filîstînê biryara destpêkirina perwerdehiya leşkerî û xebatên îdeolojîk da.

BIRYARA VEGERA WELAT

Ocalan di navbera salên 1980 û 1982 de ligel hemû dijwariyan, bi texmînên xwe PKK him di warê leşkerî û him jî di warê îdeolojîk de xurt kiribû. Di kongreya 2’emîn a PKK’ê ya di sala 1982’an de biryara vegera welat hatibû dayin, ji bo vê jî xebat hatin destpêkirin. Heta salên 1984’an beşeke mezin kadroyên PKK’ê berê xwe dan Kurdistanê. Bi biryara vegera welat re, li Kurdistanê wê serdemeke demdirêj bihata destpêkirin.

Di 15’ê Tebaxa 1984’an de li Dihê û Şemzînanê fîşekên ji çekên şervanên PKK’ê pekiyabûn, di Şoreşa Kurdistanê de rûpelekî nû vekir. Heta wê demê Yekîneyên Propagandaya Çekdarî ya 14’ê Tîrmehê ku navê xwe ji berxwedana ji rojiya mirinê ya kadroyên pêşeng ên PKK’ê wergirtibûn, bi fîşekên 15’ê Tebaxê re navê xwe kirin Hêzên Rizgariya Kurdistanê. PKK a ku bi pêşengiya Abdullah Ocalan bi fîşeka pêşîn re ji dinyayê re îlan dikir ku wan dest bi Têkoşîna Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê kirine.

Ev têkoşîn bêguman wê herî zêde civaka Kurdan biguherîne, bi perspektiya azadiya jinan di warê siyasî, leşkerî û civakî de wê gelek destkeftî ji bo gelê Kurd ava bikira. Ji ber ku Abdullah Ocalan ji rojên pêş ve digot, “Heta ku jin azad nebe, civak azad nabe”. Dîrokê careke din diyar kir ku fikra wî rast e. Jinên Kurd dema ku xwe ji feraseta mêrserwer vediqetand û azad dibû, civaka Kurdan jî azad dibû. Dewleta Tirk a mêtinger û hêzên global ên hevkarê wê li hemberî vê guherîna di nav Kurdan de diket nav tirs û xofê, di çaryeka dawîn a sedsala 20’an de Rêberê Gelê Kurd kirin hedef. Kurdan li dora Abdullah Ocalan bi slogana ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ji agir dîwar ava kirin. Ew roja gelê Kurd bû ya ku ji Amarayê bilind dibû û nedibû ku gelek bê roj bimîne….

Sibê: Jiyana rêxistinkirî û çalak kir bingeh