BI DÎMEN

Çalakvanên Nobeta Azadiyê di sala nû de banga têkoşînê kirin

Di hefteya 654’an de koma Nancyê Nobeta Azadiyê dewr girtin. Çalakvanan diyar kirin ku di sala nû de hêviyên wan ên azadiya Rêber Apo û gelan zêdetir bûye û banga mezinkirina têkoşînê li her qadê kirin.

NOBETA AZADIYÊ

Bi pêşengiya Înîsiyatîfa ji Rêber Apo re Azadî, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û mîsogerkirina azadiya wî ya fizîkî, ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve çalakiya “Nobeta Azadiyê” li bajarê Strasbourg ê Fransayê tê lidarxistin. Nobet di hefteya 654’an de dewam dike.

Di roja ewil a sala nû de koma ji bajarê Nancy ê Fransayê hatin, çalakî dewr girtin. Di komê de Mûrat Torûn, Pîrî Kizilay, Ûgûr Aslan û Mehmet Yûrtsever cih digrin.

Li ser navê komê Mûrat Torûn daxuyanî da. Torûn diyar kir ku di sala nû de hêviyên wan ên azadiya Rêber Apo û gelan zêdetir bûye. Torûn, wiha got: “Em bang li gelê xwe dikin ku di vê pêvajoya dîrokî de li her qadê têkoşînê mezin bikin, li dora nirxên têkoşînê bibin yek û xwedî li Şoreşa Rojava derkevin.”