Çalakiyên 8'ê Adarê li Ewropayê didomin

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li gelek welatên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin û ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê banga piştevaniyê hate kirin.

Li bajarên Den Haag û Arnhem ên Hollandayê, li bajarên Innsbruck û Viyana yên Awûstûryayê, li bajarên Duisburg, Monchengladbach, Grevenbroich û Munchen ên Elmanyayê bi wesîleya 8'ê Adarê çalakî hatin lidarxistin.

DEN HAAG: Çalakiya li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi pêşengiya TJK-E'yê li Navenda Civka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Den Haagê pêk hat û gelek kes tevlî bûn. Encumena Şaredariya Den Haagê ya ji partiya Haagse Stadts Partij Fatîma Faît, berxwedêrên greva birçîbûnê Huseyîn Yildiz û Hasbî Çakici yên 50 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne tevlî çalakiyê bûn. Yildiz û Çakici li çalakiyê axivî û 8'ê Adarê pîroz kirin.

ARNHEM: Li bajarê Arnhem ê Hollandayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Fatoş Saglamgoz, di çarçoveya kampanya "Tundiya li jinê polîtîk e, dibe ku li te jî hatibûya kirin" panelek hate lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Serdema 24'an Çîlem Kuçukkeleş û endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Zarîfe Atîk weke qiseker beşdarî panelê bûn. Qisekeran diyar kirin, jinên Kurdistanî divê di têkoşîna dijî faşîzmê de bi roleke hîn aktîf rabin.

INNSBRUCK: Li bajarê Innsbruck ê eyaleta Tirolê ya Awûstûryayê, bi wesîleya 8'ê Adarê çalakiyek hate lidarxistin. Di axaftin û peyamên şevê de işaret bi berxwedana Leyla Guven hate kirin û banga piştgiriyê hate kirin.

VIYANA: Çalakiya 8'ê Adarê ya li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li salona Modling Volkshochschuleyê pêk hat. Koma Arîn, Koma Medya derketin ser dikê û koma govendê jî berhemên xwe pêşkêş kir. Di çalakiyê de peyama bi dîmen a Nûrgul Başaran hate nîşandan ku 84 roj in li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye. Sûltan Yîgît û Şivan Agaoglû jî tevlî çalakiyê bûn ku 37 roj in di greva birçîbûnê de ne.

MONCHENGLADBAHC/GREVENBROICH: Li bajarên Monchengladbach û Grevenbroichê yên Elmanyayê, bi şiyara 'Berxwedana jinê azad dike' panel hatin lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Serdema 26'an Besîme Konca li panelan axivî û anî ziman, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdkirina gelên Tirkiyeyê ye. Konca got, "Tecrîda li derveyî hiqûqê bi têkoşîna hevpar dikare ji holê were rakirin. Em çiqasî bi xurtî xwedî li vê berxwedana mafdar derkevin em ê bi ser bikevin. Ev hêza me jinan heye, em dikarin bi ser bikevin."

DUISBURG: Li bajarê Duisburg ê Elmanyayê bi heman armancê panelek hate lidarxistin û bi navê Komîteya Jineolojiyê Zîlan Diyar tevlî bû. Diyar diyar kir, jina li Rojava DAÎŞ têk birin ku DAÎŞ asta herî bilind a sîstema serweriya mêr bû. Zîlan Diyar got, jinên ku ji aliyê îdeolojîk û pratîkî ve pêşengiyê ji têkoşîna dijî kapîtalîzmê re dikin. Di çalakiyê de Koma Şehîd Welat, Koma Evîna Sorya ya govendê derketin ser dikê. Mûstafa Tûzak ê ku 57 roj in di greva birçîbûnê de ye beşdarî çalakiyê bû.

FREIBURG: Li bajarê Freiburgê yê Elmanyayê, Meclîsa Jinan a Nûda bi wesîleya 8'ê Adarê şevek lidar xist. Bi sedan kes tevlî şevê bûn. Koma govendê ya Sê Gulên Azad, her wiha Seher Stran, Çar Newa û Koma Can Welat derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

MUNCHEN: Çalakiya 8'ê Adarê ya li bajarê Munchen ê Elmanyayê jî ji aliyê Komuna Jinê ya Sara ve hate lidarxistin.  Di çalakiyê de ji bo berxwedana grevên birçîbûnê bang hate kirin. Piştî xwendina mesaja TJK-E'yê hunermend Narîn Xan û Taybet Xan derketin ser dikê.