Çalakiya ''em ji banga dayikan re bibin deng''

Li Berlînê êrîşa dewleta Tirk a li ser malbatên girtiyên di greva birçîbûnê û girtin hatin şermezarkirin.

Çalakiya ku ji Tifaqa Femînîstên Enternasyonalîst ev, ku di nav de Meclîsa Jinan a Berlînê DESTDAN, Meclîsa Jinan a Edesa û Yekîtiya Jinên Sosyalîst jî hene, hatibû organîzekirin, li Kreuzberg Heinrichplatzê hate kirin.

Di çalakiyê de ya bi banga ''Em ji qêrîna dayikan re bibin deng'' alayên TJK-E'yê û wêneyên berxwedêrên rojiya mirinê hatin hilgirtin.

Di çalakiya girseyî de dirûşmên ''jin jiyan azadî'', ''bijî hevgirtina şoreşger'' hatin berzkirin.

Dema çalakiyê hate gotin greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe dayî destpêkirin, ketiye pêvajoyeke ku berxwedêr şehîd dibin.

Di çalakiyê de hate gotin ji ber bêdengiya YE, CPT û hwd. û raya giştî malbatên girtiyan her tiştî tînin ber çavan û li ber girtîgehan çalakiyan dikin û hate gotin, ''Em êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li ser malbatên girtiyan, êrîşên hovane û girtinan şermezar dikin. Em bang li hemû dilxwazên mafê mirovan û azadiyê dikin ku demildest deng bidin dengê dayikan.''