Çalakiya dayikan ên li Esenyûrtê didomin

Dayikên girtiyan ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya li ser Ocalan a li Qada Esenyûrt tevî dorpêça polîsan jî, gotin heta dawîbûna tecrîdê wê berxwedan bidome.

Dayikên girtiyan ên ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Qada Esenyûrt a 15 roj in bê navber didome, di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan.

Dayikên li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Esenyûrtê hatin ba hev, ji wir derbasî Qada Esenyûrtê bûn. Tîmên polîsan ên bi TOMA’yan û wesayîtên zirxî demekê dor li dayikan girtin, nasnameyên dayikan kom kirin û li ber Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin. Dema nerazîbûn nîşanî vê rewşê hate dayîn polîsan ew kes ji qadê dûr xistin.

Piştî çalakiya rûniştinê ya dayik û ximên girtina a bi qasî nîv saetê û şûnde ji qadê belav bûn.