Çalakiya dayikan a li Gebzeyê careke din hate astengkirin

Xizmên girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, bi wesîleya Roja Dayikan xwestin li Gebzeyê çalakiyê pêk bînin, lê hatin astengkirin.

Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, mîna her rojê îro jî li Gebzeyê li hev civiyan.

Dayikên ku 34 roj in li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê çalakiya rûniştinê pêk tînin, careke din bûn hedefa polîsên Tirk û hatin astengkirin.

Dayik li ser vê yekê çûn avahiya HDP'ê ya Kocaeliyê û daxuyanî dan çapemeniyê.

Di dema daxuyaniyê de zêdeyî du sed HDP'î û malbatên girtiyan amade bûn. Sûltan Bozkûrt bi navê çalakgeran axivî û got, "Zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Diyariya herî mezin a ji me re were dayin, jiyana zarokên me ye. 30 zarokên me niha di rojiya mirinê de ne. Em hemûyan hembêz dikin. Em Roja Dayikan li zarokên xwe yên niha di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne pîroz dikin. Bi salan e em jinedîtî ve tên. Li vî welatî her roj li me qedexe ne. Em bûn hesretê kêfxweşiyê. Kes me fêhm nake. Bi mehan e em dibêjin greva birçîbûnê heye. Di serî de gelê Kurd, me bi derengî fêhm dikin."

Endamên HDP'ê qurnefîl diyarî dayikên girtiyan kirin.