Çalakgera TJA’yê Paçal rehmet kir

Çalakgera TJA’yê Newal Paçal a ku ji ber xwînîbûna mejî rehmet kir, li Êlihê hate veşartin.

Çalakgera TJA’yê Newal Paçal ya ku du meh berê ji girtîgehê hatibû berdan li Edeneyê ji ber xwînîbûna mejî rehmet kir. Paçal li Goristana TiLmeçê hate veşartin.

Malbata Paçal, çalakgerên TJA’yê, rêveberên HDP’ê yên Êlihê tevlî merasîma veşartinê bûn.

TJA’yê peyameke sersaxiyê weşand û got ku “Newal Paçal di salên 2015-2016’an de li Wanê rêveberiya Dibistanên Azad dikir. Li Êlihê ji ber operasyoneke siyasî hate girtin û 2 salan di girtîgehê de ma. Paçal her dem ji bo nasname û mafên jinan têkoşiya. Em sersaxiyê ji malbata wê re dixwazin.”