9 girtiyên PAJK'ê yên Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji bo balê bikşîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kirin ku, dê dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger bikin. Girtiyan xwest rewşa Ocalan ya tenduristiyê bê başkirin û mafê wî yê ewlehiyê û azadiya fîzîkî bê dayîn.
Girtiyên jin yên PAJK'ê Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, ji bo balê bikşînin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwazên Ocalan ên azadî, tenduristî û ewlehiyê dest bi gireva birçibûnê ya bêdem û dorneveger dikin. 9 jinên PAJK'ê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kirin ku, biboneya salvegera 30'emîn 12'ê Îlonê 9 jinên PAJK'ê dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger dikin. Jinan di daxuyaniya xwe de wiha got: "Em Kurd ku li Mezopotamyayê neteweyekî qetîm, xwedî kok û dîrokin, ji ber polîtikyên înkar û îmhayê me gelek bedelên giran dan û hebûna xwe parast."
'OCALAN MÎMARÊ RÊYA DIÇE JIYANA BI BIRÛMETE'
PAJK'ê di berdewama daxuyaniye de bal kişand ser rol û erka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: "Li dijî kurdan polîtîkayên înkar û îmhaya fîzîkî û sipî tê meşandin. Gelê Kurd ji bo mafê xwe û nirxên xwe biparêze ketiye nava hewldanan. Di tekoşîna gelê Kurd ya ji bo parastina nirxên xwe herî zêde Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan mîsyonek mezin daye ser milê xwe. Ew mîmarê rêya ku diçe jiyana bi rûmete. Dîsa ji bo aştiyek bi rûmet xwedî mîsyonekî herî mezine. Ji bo vê yekê bi milyonan mirov gotin 'Birêz Ocalan vîna min ya siyasî ye. Hemû kesên alîgirê çareseriyê divê piştgiriyê bidin vê çalakiya me ya gireva birçîbûnê."
'KOMKUJIYA ROBOSKÎ STARTA KOMKUJIYA KURDAN YA FÎZÎKÎ YE'
Jinan di berdewama daxuyaniyê de anîn ziman ku, gelê Kurd li Tirkiyeyê 30 salin tekoşîna azadiyê dide û pirsgirêka kurdan zêdeyî 30 salane li Tirkiyeyê heye. Jinan destnîşan kir ku, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê herî zêde Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ket nava hewldanan û wiha got: "Tu mirov nikare 24 demjimêran li şûna Birêz Ocalan di îmraliyê de raweste. Ji bo vê yekê sebir û aramiyek gelek mezin lazime. Li gel van şert û mercên giran dîsa 13 salin di bin tecrida giran de ji bo çareseriyê ket nava hewldanan. Nexşerêya çareseriyê amade kir. Lê hikûmeta AKP'ê bi firaseta netew-dewletbûnê her tim rê li pêşiya çareseriyê girt. Her tim daxwazên çareseriyê û demokratîkbûnê red kirin. Li dijî Ocalan ji 27'ê Tîrmehê heta niha tecrîda herî giran tê meşandin. Li dijî gêrîla û zarokan polîtîkayên komkujiyê tê meşandin. Li dijî kurdan bi komkujiya Roboskiyê starta komkujiya fîzîkî ya kurdan hatiye destpêkirin. Operasyonên KCK'ê hatin meşandin. Komkujiya Roboskiyê bi zanebûn û plankiriye."
'KURD RONESANSÊ DIJÎN'
Jinan di berdawa daxuyaniyê de da zanîn ku, li gel her tiştî hikûmet rê li pêşiya çareseriyê digire, lê gelê Kurd êdî hişyar û zane bûye û ji bo mafê xwe edî ronesansê dijîn û wiha got: "Jin ji bo daxwazên wan û daxwazên Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên qebûlkirin 9 jin di 12'ê Îlonê de dest bi gireva birçibûnê ya bêdem û bê dorveger dikin.
Jinên ku di 12'ê Îlonê dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger bikin evin: "Sara Aktaş, Mizgîn Ari, Nîhayet Taşdemîr, Herdem Kizilkaya, Pero Dundar, Besîme Konca, Seve Demîr, Taybet Belge û Zeynep Kaplan "
Li ser navê hemû girtiyan jî Deniz Kaya dê 10 hezar girtiyên PKK û PAJK'ê li hemû girtîgehan dest bigirevên birçîbûnê yê bêdem û dornevegere bikin.