Li Herêmên Parastinê yên Medyayê piştî pîrozbahiya bi heybet a 8'ê Adarê ya ku bi tevlîbûna bi sedan gerîlayên YJA Star'ê, vê carê jî li qadeke din bi heman coş û kelecanê ev roj hat pîroz kirin.
Bi dehan gerîlayên YJA Star'ê li hev civiyan û li qada pîrozbahiyê ya ku bi rengê binevşî, kesk, sor û zer ve hatibû xemilandin merasîmeke leşkerî hate lidar xistin.
Di merasîmê de tevî fermandara biryargeha navendî ya YJA Star'ê Delal Amed, endamên Konseya Leşkerî ya YJA Star'ê, Ferîde Alkan, Eyrihan Jînda, Ruken Sîvas, Devrîm Amed, Xelat Şemsê û Nesrîn Amed tevlê merasîma leşkerî bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzê li ser ruhê cangoriyên jin ên berxwedêr ve destpê kir. Piştî ku li ser pîrozî û wateya roja jinên kedkar ên cîhanê axaftin hat kirin, gerîlayan ev roj li hev pîroz kirin. Dûre derbasî cihê civîna ku ji aliyê fermandara YJA Star'ê Delal Amed ve hate li darxistin bûn.
"CEJN BI BERXWEDANÊ Û BEDELAN TÊN AVAKIRIN"
Delal Amed di destpêka civînê de bal kişand ser têkoşîn, ked û berxwedaniya jinê û bi van gotinan wateya roja 8'ê Adarê nirxand; "Tekoşîna ku bi Sara'yan destpê kir, bi Bêrîtan û Zîlanan bilind bû, bi fedaîbûna Arîn û Destînan ve giha asta herî bilind. Em di şexsê van rêhevalên xwe yên şehîd de tevahî şehîdên şoreşê bibîr tînin, bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Em bi vê wesîlê jî roja jinên kedkar ên cîhanê li afirînerê jiyana azad, li rêhevalê jinê Rêber APO pîroz dikin. Dîsa em vê rojê li tevahî jinên Kurd, jinên cîhanê û tevahî hêzên me yên ku di çeperên herî pêş de ji bo bilindkirina tekoşîna azadiyê li berxwe didin, bi qehremanî şer dikin pîroz dikin."
Fermandara YJA Starê Delal Amed pêşengên berxwedana 8'ê Adarê bibîr anî û da zanîn ku heman hêz, heman hişmendî îro bi navên cûda êrîşê jinê dike. Amed wiha berdewam kir; "Bê guman cejn di tekoşîna me de bi berxwedan û bedelên pir mezin ve tên ava kirin. Ev roj jî bi vî rengî ye. Beriya niha bi 106 salan, li Amerîka ya ku niha navenda Modernîteya Kapîtalîst e, ji bo jin bi rengek wekhev bijî û xebat bide meşandin, dengê xwe bilind kir û dest bi berxwedanê kir. Lê pergala desthiladar bi komkujiyan bersiv da û 124 jin bi saxî hatin şewitandin. Bê guman ev berxwedanî ji bo me tevahî jinan bû mîrasekî bingehîn a xurt kirina tekoşîn û berxwedanê. Em jî wek tevger tevgereke kedê ne û li ser bingehê vê keda xwe em tekoşîna azadiyê bilindtir dikin. Vaye îro jî gerîlayên YJA Star'ê, her wiha şervanên YPJ û YPJ-Şengal berxwedanek bê hempa li hemberî çeteyên faşîst ên DAIŞ'ê didin meşandin. Ev berxwedaniya bi rûmet a ku di şexsê Arîn, Destîna, Armanc û Avesta de bilind bû, di nava civakê de di warê zihnî de guhertin û bandorek mezin ava kir. Ev ji bo me jinan pir girîng e."
"ŞEHÎDÊN ME RÊ NÎŞANÎ ME DIDIN"
Delal Amed di dawiyê de bal kişand ser erkên ku dikevin ser milê hêzên YJA Star û civîn bi van gotinan ve bi dawî kir; "Bêguman 8'ê Adarê ji me re diyar dike ku divê me wek hêzên YJA Star pêşengiya xwe bilindtir bikin da ku em jiyana azad ava bikin. Bi wesîleya 8 Adarê, em careke din diyar dikin ku em ê xwedî li van erkên xwe derkevin û em ê dengê êş û kesera tevahî jinan veguherînin, dengê berxwedanî, tekoşîn û azadiyê. Bersiva herî rast ji roja 8'ê Adarê re wê bi bilind kirina tekoşînê be. Ji xwe rêhevalên me yên şehîd rê nîşanê me dane. Em wek artêşa şehîdan û wek tevger jî moral û hêza xwe ji şehîdan digrin. Bi vê wesîlê em careke din di şexsê rêheval Sara, Arîn û Gelhat de tevahî şehîdên şoreşê bibîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Her wiha em vê rojê li tevahî jinên têkoşer û azadîxwaz ên cîhanê pîroz dikin û em dibêjin ku wê serkeftin her ya me be."
Piştî ku civîn bi dawî bû, şahiya ku ji aliyê gerîlayên YJA Star'ê ve hatibû amade kirin, hat pêşkêş kirin. Di destpêka şahiyê de peyama 8'ê Adarê ya Rêberê gelê Kurd birêz Abdullah Ocelan hat xwendin. Piştî peyama Ocalan, Tiyatro, Koro, Dîlan, Helbest û Qarete hatin pêşkêşkirin. Bi vî awayî şahiya gerîlayên YJA Star'ê ya 8'ê Adarê bi govenda gerîla û bi sloganên "Bê Serok jiyan nabe" " Jin, jiyan, Azadî" ve bi dawî bû.