666 jin bûn qurbanê tundiyê
666 jin bûn qurbanê tundiyê
666 jin bûn qurbanê tundiyê
Li gorî daneyên Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya Tirkiyeyê di nava sê salan de li welat, ji ber tundiya di nava malbatê de 666 jinan jiyana xwe ji dest dan.
Wezîra Tirk Fatma Şahîn ku bersiva pêşniyarpirsa hatî Meclisa Tirk da, ragihand ku di navbera sala 2009-2012’an de encama tundiya di nava malê de 666 jinan jiyana xwe ji dest daye. Şahîna ku bersiva pêşniyarpirsa Parlementerê MHP’ê yê Hatayê Şefîk Çîrkîn da û diyarkir ku, li gorî daneyên Wezareta Navxweyî di tundiyên nava malê de sala 2009’an 171, 2010’an 177, 2011’an 163, 2012’an 155 jinan jiyana xwe ji dest daye.
Şahîn anî ziman ku, ev jimar tenê ne ew jinin yên ku di encama tundiya hevjînê xwe de jiyana xwe ji dest dane, ev hemû jinên di encama tundiya ji her yek ferdê malbatê jiyana xwe ji dest dayîn digire nava xwe.