34 sal cezayê girtîgehê ji îstismara zayendî a keça 17 salî birî

34 sal cezayê girtîgehê ji îstismara zayendî a keça 17 salî birî

Fatîh Nerede yê 20 salî ku bi îdiaya bi kêrê gef li keça 17 salî xwar û kete malê, her wiha tecawiz kir, 34 sal cezayê girtîgehê lê birî.

Li gorî îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya li Amedê hate amadekirin; Fatîh Nerede ku beriya vê jî gelek bûyerên dizî, xesp û tecawizan sabiqeya wî heye. 3’ê Adara 2012’an li navçeya Rezanê bi kêrê gef li keçek ciwan xwar û xiste malê. Li male 100 lire û çarêk zêrek bir û piştî keç tecawiz kir ji malê reviya.

Piştî ku keçê rewşa xwe ji malbatê re vegot, ji dozgeriyê re ragihandin. Keça mexdûr ji albûma sabiqeyan Fatîh Nerede teşhîs kir.

Fatîh Neredeyê ku polîs lê digeriyan, piştî bûyerê 8 rojan di bûyerek din ya tecawizê de hate dîtin. Seetên rojê de kete maleka jina 28 salî ya xwediyê du zarokan. Jina ku bi kuştina zaroka wê ya 3 salî tehdît kir, li ber çavê zaroka wê tecawiz kir. Piştî ku jina ciwan qîr kir, rûniştvanên taxê  hatin û dema Fatîh Nerede hewil da bireve gitin û radestîpolîsan kirin. Piştî wê keça 17 salî ya mexdûr vexwendin Midûriyeta Polîsan  û keçê Fatîh Nerede teşhîs kir.

Piştî lêpirsînê Nerede ji aliyê dadgehê ve hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Keça ciwan ya mexdûr ku hate tecawiz kirin jî sewqî Saziya Tiba Edlî hate kirin.  Hate diyarkirin ku, tenduristiya ruh û bedena keça ciwan xirab bûye.

Piştî îdîanameyê Fatîh Nerede li 1’mîn Dadgeha Giran ya Amedê hate darezandin. Di rûniştina dawî ya doze de bersûc Fatîh Nerede û parêzer tevlî bûn. Dozgerê Komarê Mesût Konûk mutalaya derbarê rûniştinê de pêşkêş kir, her wiha ji ber ku temenê mexdûrê 18 saliyê kêmtire daxwaz kir ku bersûc bê ceza kirin.

Piştî demekê navber dan rûniştinê, heyeta dadgehê biryar da û bersûc Fatîh Nerede bi 34 sal cezayê girtîgehê mehkûmkir.