3.Konferansa Jinên Ciwan ên Wargeha Mexmûrê destpê kir

3.Konferansa Jinên Ciwan ên Wargeha Mexmûrê destpê kir

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî 3. Konferansa Jinên Ciwan ên Mexmûr bi dirûşmeya “Emê bi rihê Şehîd Sara ber bi azadiyê ve bimeşîn” destpê kir.

3.Konferansa Jinên Ciwan ên Mexmûrê îro di demjimêr 9:00’an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî  bi beşdar bûna 160 delegeyên jinên ciwan bi dirûşmeya “Emê bi rihê Şehîd Sara ber bi azadiyê ve bimeşîn” destpê kir. Di konferansa ku li Saziya Komeleyên Ciwan dê ru rojan dom bike, wêneyên jinên di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dayîn û pankartên “Em di xeta Şehîd Bêrîtan de bibîn milîtan , xwe bi rêxistin bikîn û ber bi serkeftinê ve bi meşîn”, “ Jinên Ciwan di avakirina jiyana azad de hêza pêşengin” û “Bijî YPG û YPJ” hatin daliqandin.

 ‘VEKIRINA KONFERANSA BERIYA VÊ ŞEHÎD SARA KIRIBÛ’

Konferansê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo kesên di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de jiyana xwe ji destdane destpêkir û piştî rêzgirtinê ji aliyê endama Koordînasyona Meclisa ÎŞTAR Rozerîn Yildiz axaftina vekirinê hate kirin û 3.Konferansa Jinên Ciwan ên Mexmûrê li hemû beşdarvanan û gelê Kud pîroz kir. Yildiz got: “Axaftina vekirinê ya konferansên beriya vê ji aliyê hevala Şehîd Sara ve hatibû kirin, Ji ber vê jî divê ev konferans li ser vê giranbûnê bê nirxandin, dîsan hevalê Şehîd Reşîd ciwanekê beşdarî nava Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd bû û heya dawiya xwîna xwe têkoşîn da meşandin em van hemû hevalan li vir bi rêz bîrtînîn. Ji ber vê jî konferans li ser xeta şehîdên şoreşê pêk tê, ji ber ku ciwan pêşengên civakê ne.”

Yildiz da diyar kirin ku, jinên ciwan bûyîna xwediyê nasname li ser xeta Rêber Apo dibe û wiha pêde çû: “Ji ber vê yekê jî em li ser navê delegesyona konferansê li vê derê silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Hemû gavên me li ser nirxên me pêş dikevin. Kesên li ser bingehê ji bo pêşerojekî azad, nasnameyekî azad û netewekî azad jiyan xwe ji dest dane, em bi bîrtînin. Tenê tişta di roja me îro de ji me tê xwestin ewe ku em rêya wan bidin meşan din û bigihîn armancên wan.”

‘CIWAN HÊZA GUHERTIN Û VEGUHERTINÊ YE’

Yildiz şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî silav kir û da diyar kirin ku hêzên statûparêz, berjewendî parêz û komên îslamî li himberî berxwedana gelê Kurd têkçûne û gelê Kurd li wir berxwedanekî bê hempa dide nîşandan.

Yildizê di dawiya axivtinên xwe da diyar kirin ku, divê Konferansa Jinên Ciwan ji bo demê bi be bersiv û wiha pêde çû: “Ji bo modelekî demokratîk û sîstema xweseriya demokratîk pêkwere erkê sereke yê jinên ciwanin, Ji ber ku her tim hêzekî zindiye û dikare têkoşîn bide meşandin, hem jî xwedî lêgerîne. Divê jinên ciwan lêgerînên xwe bidawî nekin û jiyanekî ji rêzê ji xwe re ne pejirîne. Divê di hundirê xwe de her tim zindî bûnê jiyan bike, da ku bikarin li Kurdistanê rengê jiyanê bidin guhertin. Divê wateyê de erkê vê konferansê guhertin û veguhertina jiyan bide guhertin û jiyanekî azad bi afirîne. Û ji bo civaka Kurd pêşengtiyê bike. Divê biryarên ku li vê derê bên girtin bibin hêjayî salvegara PKK’ê û bersivdayînek be ji bo roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê.”

Piştî axafttina vekirinê dîwanek ji 5 kesan hat hilbijartin û wê konferans di nava du rojan bi nirxandinan bi dome.