2. Konferansa Jinên Ciwan li Silêmaniyê dest pê kir

2. Konferansa Jinên Ciwan ên Têkoşer ên Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê bi dirûşma "Bi têkoşîna jinên ciwan dagirkeriyê têk bibe" dest pê kir.

Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê 2. Konferansa asayî ya Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li otela Mem û Zîn bi beşdarbûna sedan jinan saet 10:00'an dest pê kir. 

Konferans ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre dîwana konferansê hate hilbijartin. Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên destpêkê axivî û got, "Herêm û Kurdistan niha dagirkirî ne û krîzek cidî li herêmê heye. Ev krîz jî bangoreke xerab li jiyana welatiyan, bi taybetî li ya jinan dike. Nebûna jin a di nava siyasetê de vê rewşê xerabtir dike. Her wiha pêşî li projeyên çareseriyê yên Ocalan jî tê girtin."

Hisên bang li jinên ciwan ên beşdarî konferansê bûne kir ku bi hemû hêza xwe li dijî desthilatiya zilam bisekinin û got, "Bi fikir û têkoşîneke azad, jiyaneke azad biafirînin. Ji ber ancax ciwan dikarin paşerojê diyar bikin."

Piştî axaftina destpêkê perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê jinê û ciwanan hatin xwendin. Piştre peyama kesayet û aliyên beşdarî konferansê bûne hatin xwendin. Sînevîzyona ku qala têkoşîna jinên ciwan ên ji çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî li Başûrê Kurdistanê dike hate weşandin.

Tê payîn ku konferansa jinên ciwan heta saet 17'an bidome.