2'emîn Konferansa Jinan ya Rêveberiya Herêmî û Ekolojiyê ku ji aliyê komîsyona Jinên Rêveberiya Herêmî û Meclîsa Jinan ya BDP'ê ve hate organîzekirin destpê kir. Di vekirina konferansê de Parlementera BDP'e ya Amedê Nursel Aydogan, ani ziman ku hedefa wan ya sereke Pradîgmaya Zayendiya Azad, Ekolojîk û Demokratîke wiha got: "Jina kurd îmze avêtiye bin geşedanên girîng. Dirûşmeya me ya bingehîn Azadiya Brêz Ocalane' Em dê ji bo Azadiya Ocalan têbikoşin."
Komîsyona Jinên Rêveberiya Herêmî û Meclîsa Jinan ya BDP'ê dest bi konferansa xwe li Amedê destpê kir. Komîsyona Rêveberiyên Herêmî û Meclîsa Jinan ya BDP'ê piştî di sala 2010'an de 1'Emîn Konferansa xwe li Nisêbînê pêk anîn niha “2'emîn Konferansa Jinan ya Rêveberiya Herêmî û Ekolojiyê" pêk anîn. Jinên Rêveberiya Herêmî yekem car di 20'ê sibata 2010'an de li nravçeya Nisêbînê “Konferansa Jinan ya Rêveberiya Herêmî û Ekolojiyê" pêk anîn û niha 2'emîn konferansa xwe li Amedê pêk anîn. 2'yemin Konferansa Jinan li Salona Ciwanan a Ciwan û Cegerxwînê ya Şaredariya Peyasê destpê kir.
Di konferansê de parlementerên jin, şaredarên jin, endamên meclîsên şaredariyê û meclîsên bajar tev li konferansê bûn. Konferans bi hişyariya "Em avakirina kedê rihê jiyanê vejîna xweseriyê ne destpê kir. Li salonê pankarta "Bi rêşîwaniya jinê û bi hêza herêmê ber bi rêveberiyên xweserve" û "Komkujiya siyasî nikare vîna jinê bikuje" hatin daliqandin. Li ser pankartan dîsa navê jinên girtî yên şaredar, parlementer û endamên meclîsan hatin nivîsandin. Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir. Konferansê bi axaftina Parlemntera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan dest pê kir.
'YÊN BDP'Ê 15 YÊN AKP'Ê 2 JIN ŞAREDARIN'
Parlementer Aydogan, anî ziman ku di rêyek dirêj û dijwar re derbas dibin û piştî têkoşîna azadî û demokrasiyê gelê kurd gavên girîng avêtine. Aydogan, destnîşn kir ku gelê kurd di qada rêveberiyên herêmî de di sala 1999'an de gava serkeftinê avêt û wê demê 3 jin bûn şaredar. Aydogan da zanîn ku li Tirkiyeyê 2 hezar û 903 şaredar hene û wiha got: "Di nava van şaredaran te tenê 26 jin şaredar in. Ji 32 hezar û 390 endamên meclîsên giştî yên bajaran tenê 478 jin endamên meclîsa bajar in. Ji vana 170 BDP'î ne. Li Tirkiyeyê ji 26 şadedarên jin jê 15 Şaredar BDP'î û 2 AKP'i ne. "
Aydogan, da zanni ku Tirkiye di qada rêveberiya herêmî ya jinê de pir bi paşve maye û ji bo ku vîna jinê derxin pêş girîngiyê didin vê prodîgmaya Zayendiya Azad, Ekolojîk û Demokratîk.
SERKEFTINA JINÊN KURD
Aydogan di axaftina xwe de bal kişand ser pergala hevseroktiyê û da zanîn ku li Tirkiyeyê cara yekem ji hêla jinan ve ev pergal hat pratîzekirin. Parlamenter Aydogan, destnîşan kir ku ji meclisa txan heya rêveberiyên bajar û navçeyan pergala hevseroktiyê hat rûniştandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev hewldan tê wateya aşkerakirina vîna jinê. Cara yekem kota me anî û pêşxist wekî partiyeke siyasî. Niha em ji sedî 40 kotaya jinê di nav partiya xwe de daye pratîzekirin, em di vê helê de jî li Tirkiyeyê yekemin. Ev nirx jî bi saya têkoşîna jina kurd pêk hat. Wekheviya di navbera jin û mêran, bûdçeya li gorî cinsiyeta civakê, navendên çareseriya pirsgirêkên jinan, stargehên jinan û bajarên dostê jinan hwd. Hewldanên girîng hatin nîşandan, jinan îmze avêt bin xebatên serkeftî. Bi nezîkatiya rêveberiyeke şeffaf me van serkeftinan bi dest xist. “
‘SILAV JI HEVALÊN ME YÊN GIRTÎ RE’
Aydogan, şaredarên girtî Leyla Guven, Çagla Demîrel û Ruken Yetîşkîn, 3 endamên meclisa şaredariyê, 19 endamên meclisa giştî ya bajar slav kir û got ku hevalên van ji bo civakeke azad her tim di nav lêgerînekî de bûn. Aydogan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevalên me niha ji ber qirkirina siyasî bi sala ne li girtîgehê de nin. Hevalên van niha têkoşîna parastina zimanê zikmakî didin. Salek û nîv şûn de hilbijartinên herêmî dê pêk bê. Gelê kurd dê di vê hilbijartinê de jî bersivê serdestan bide. “
ZÎHNIYETEKE FAŞÎZANE HEYE
Aydogan di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya siyasî û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Piştî komkujiya Roboskê hikûmeta AKP’ê di gelek daxuyaniyên xwe de zîhniyeta xwe ya faşît nîşan da. Niha em konferansek pêk tînin, konferansa me di bin siya şer de pêk tê. Her serkeftinên me her tim di bin siya şer de pêk tê. Me starta ‘Pradîgmaya Azadiya Zayendî ya Ekolojîk û Demokratîk’ da, AKP tu carî li hemberî vê nikare bibe asteng.”
‘Ji Ocalan re azadî’
Parlamenter Aydogan diyar kir ku tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û wiha got: “305 rojin tecrîda li hemberî birêz Ocalan didome. Hêzên ku dixwazin li ser erdnegariya Rojhilata Navîn dizayneke çêkin, naxwazin birêz Ocalan bikeve nav vê dizaynê, ji ber vê jî tecrîde kûrtir dikin. Birêz Ocalan hêza sereke ya vê pêvajoyê ye. Aktor û roleke serekeye. Kesek nikare vê tiştî asteng bike. Divê demildest muzakere û diyalog bê destpêkirin. Dirûşma me ya sereke ‘Ji Ocalan re azadî’ ye.
Konferansa Jinan a Rêveberiya Herêmî û Ekolojiyê piştî axaftina vekirinê sînevizyona ku xebatên şaredariyên jin nîşan dide hat nîşandan .