2’emîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd sibê ye

2’emîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd sibê ye

Endama Komîteya Amadekar a 2’emîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd Nasik Tofîq daxuyaniyek da û diyar kir ku dê konferans di 22’ê gulanê de li Hewlêrê bê lidarxistin û dê sê rojan berdewam bike.

Nasik Tofîqdi konferasnê de, dê 186 jinên kurd ji her çar beşên Kurdistan û û derveyê welêt beşdar bibin. 96 jin ji Başûrê Kurdistanê, 55 ji Bakurê Kurdistana , 17 ji Rojava, 24 ji li Rojhilatê Kurdistanê ji û 12 jinên Kurd jî dê ji derveyê welêt beşdar bibin.

Tofîq der barê konferansê de got;”Konferans dê li ser 3 bingehan bi vî awayî bê lidarxistin: Nêrîna jinên kurd li hember pirsgirêka neteweyî, - Arîşeyên civakî yên jinan û çareseriya wan û pêkanîna navendeke hevbeş jibo jinên kurd.”

Her weha, Nasik Tofîq diyar kir ku, dê komîteyek jî bo pêkanîn û pêdaçûna li ser biryarên konferansê bê avakirin.

Ji aliyekî din, Seroka Civata Bilind a Karûbarên jinên Herêma Kurdistanê, Pexşan Zengene, ji got, ”Em ê wek mêvan beşdarî konferansê bibin û em ê piştevaniya biryar û karên konferansê ji bo xizmeta pirsa jinên kurd bikin.”

Zengene, diyar kir, bi baweriya wê divê li gorî taybetmendiyê her beş û devera Kurdistanê, pirsgirêkên jinên kurd bê nirxandin.

Hêjayê gotinê ye ku Yekemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd di sala 2010 de li Amedê pêk hatibû.