1. Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn li Amedê kom dibe
1. Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn li Amedê kom dibe
1. Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn li Amedê kom dibe
1. Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn, ji bo bîranîna siyasetmedarên jin ên li Parîsê hatin kuştin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, bi beşdariya 250 siyasetmedar, akademisyen û aktîvîstên ji 23 welatan, li Amedê wê were lidarxistin.
Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk û Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak bangdarên 1. Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn in û ji aliyê Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk ve di 31 Gulan-2 Hezîranê de li Amedê tê lidarxistin. Di konferansê de wê li ser pirsgirêkên jinan ên li Rojhilata Navîn were rawestîn.
Konferans wê her roj bi rûniştinekê dewam bike û bi zimanê Kurdî zaravayên Kurmancî û Soranî, bi zimanê Erebî, Tirkî û Îngilîzî wê axaftin were kirin. Her weha her beşdarên konferansê wê karibin xwe bi zimanê xwe bînin ziman.
Di konferansê de, wê li gel gerîlaya jin a Fîlîstînî Leyla Xalid aktîvîstên jin ên Fîlîstînî, li gel Rabîb Elhabî aktîvîstên jin ên femînîst ên Misirî, nûnerên Yekitya Jinên Şoreşger ên Afganîstanê, Nepal, Bahreyn, Hîndîstan, Emerîka, Rojavayê Kurdistanê, Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê bi giştî ji 23 welatan delege beşdar bibin.
Sernavên mijarên di konferansê de werin nirxandin ev in:
Li Rojhilata Navîn Dîroka Civakî ya bi bingeha Jinê û Avakirina Zayedîperestiya Civakî
- Li Rojhilata Navîn dîroka jinê
- Li Rojhilata Navîn avakirina zayendîperestina civakî
- Li Rojhilata Navîn pêvajoya mêtîngerî û netewperestiyê
- Pergalên laîk ên serdest û pirsgirêkên nêzîkatiya Îslamê li hemberî jinê
Li Rojhilata Navîn Ezmûna Tevgerên Jinê û Rola wan a di guhertina dawî ya siyasî de
- Di pêvajoya şoreşên li Rojhilata Navîn de rola berxwedana jinê û lêgerînên azadiyê
- Di pêvajoya guherîn de, rêxistinbûyînên siyasî yên li dijî jinan û têkoşîna li dijî vê
- Li Rojhilata Navîn mafên jinan; hemdem, siyasî, îfadeya di jiyana giştî de, beşdarî, biryardayîn û pirsgirkên temsîlkariyê
- Li Rojhilata Navîn recm, malbatperestî, milkirina feodal, pirrzewac, sinet, hepskirina li malê û zewaca di temenê zarokatiyê de
- Polîtîkayên neo-lîberal ên modenîteya kapîtalîst a li dijî jinan
Li Rojhilata Navîn Pirsgirêkên Hevpar ên Tevgerên Jinan û Pêşniyarên Çareseriyê
- Modêlên rêxistinbûyîna hevpar
- Pirsgirêkên binyadî (biyanîbûn, bêtêkilî û hwd.)
- Pêşxistina piştgirîdayîn û têkoşîna hevpar
- Modêlên civaka demokratîk ên bi bingeha jinê