1'ê Gulanê ya Zurichê: Rêber Apo wê bigihêje gelan!

Rêber Apo ku ji bo 1'ê Gulanê ya Zurichê hate vexwendin, wê bi fikrên xwe bigihêje gelan. Ji komîteya amadekar Mahîr Anûr got, "Di demekê de ku faşîzm û şer sor bûye, armanca me ya esasî ew e ku fikrên Birêz Ocalan bigihînin gelan."

1'Ê GULANÊ YA ZURICHÊ

Gelên cîhanê xwe amade dikin ku 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran pîroz bikin. Yek ji deverên girîng ên vê pîrozbahiyê jî wê bajarê Zurich ê Swîsreyê be.

Sendîkayên karkeran ên sereke yên welêt, partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl jî di nav de zêdeyî 60 rêxistin pêşengiyê ji pîrozbahiyê re dikin. Amadekariyên ji bo çalakiyên 1'ê Gulanê yên li Zurichê beriya bi rojan destpê kirin. Zurich wê 1'ê Gulanê ya îsal weke her salê ne tenê weke pîrozbahiyekê, di heman demê de weke kombûneke ji bo bilêvkirina daxwazên azadî, demokrasî û mafên karkeran pêşwazî bike.

Di çalakiyên îsal de yek ji aliyên balkêş ew e ku ji fikrên Rêber Apo re wê cihekî taybet bê dayin.

'Konfederalîzma demokratîk' a ku ji aliyê Rêber Apo ve hate afirandin, rêxistiniya li ser bingeha azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk a gelan ji xwe re dike esas. Ev paradîgmaya ku bi taybetî li dora daxwazên aştî, wekhevî, azadî û kedê ava bûye, bi xurtî li ruhê 1'ê Gulanê ya Zurichê tê. Ji ber vê yekê jî ji bo danasîna fikrên Rêber Apo û destnîşankirina tevkariya wî ya li têkoşîna kedê, weke qiseker banga tevlîbûna Rêber Apo hatiye kirin. Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Zurichê nameyek ji Girtîgeha Girava Îmraliyê re şand û Rêber Apo weke qisekerê bingehîn vexwend çalakiyê.

Ji ber şert û mercên girtinê nayê zanîn bê Rêber Apo karibe peyamekê ji çalakiyê re bişîne yan na. Komîteya Amadekar di malpera înternetê ya 1'ê Gulanê ya Zurcihê de metnek ji pirtûkên 'Manîfestoya Modernîteya Demokratîk' û 'Parastina Gelekî' weşand.

Li ser girîngiya vexwendina Rêber Apo ya li çalakiyên 1'ê Gulanê yên li Zurichê, endamê komîteya amadekar Mahîr Anûr ji ANF'ê re axivî.

MAHÎR ANÛR: ARMANCA ME EW E KU EM FIKRÊN OCALAN BIGIHÎNIN GELAN

Mahîr Anûr diyar kir ku bi berpirsyariyeke dîrokî û hişmendiyeke şoreşgerî weke Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Zurichê wan Rêber Apo weke qisekerê bingehîn vexwendine û destnîşan kir ku komîte bi taybetî dixwaze fikrên Rêber Apo bigihîne gelên cîhanê.

Mahîr Anûr bi dewamî got, "Di qonaxa krîtîk a zext û şerê li Rojhilata Navîn de li ber ronahiya fikrê şoreşgerî yê Birêz Abdullah Ocalan divê em bi xurtî gavekê biavêjin.

Birêz Ocalan ne tenê yek ji hêmanên bingehîn ên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye, di heman demê de nîşaneyeke berxwedanê ya li dijî zilma li ser mirovahiyê ye. Wî bi fikrê xwe yê konfederalîzma demokratîk lêgerîna li azadî, wekhevî û edaletê gihand hev û bingeha têkoşîna hevkar a gelan danî. Li Ewropa û gelek deverên cîhanê fikrên Birêz Ocalan têne xwendin, nîqaşkirin û ji bo avakirina civakeke demokratîk weke perspektîfekê tê pejirandin. Şoreşa li Rojava weke nîşaneya şênber a paradîgmaya Birêz Ocalan û têkoşîna azadiyê ya Kurdan nîşan dide ku li cîhanê aştî, demokrasî û azadiya jinê dikare pêk were."

'DI NAVA FAŞÎZM Û ŞER DE RÊBER APO RÊ NÎŞAN DIDE'

Mahîr Anûr ragihand ku çalakiyên îsal ên 1'ê Gulanê yên Zurichê wê bi dirûşma 'Bi hev re li dijî şer û faşîzmê' bêne lidarxistin û got, "Di nava şer û faşîzmê de em bi biryar in ku bibin dengê herî xurt ê têkoşîna azadiyê ya Abdullah Ocalan. Fikrên wî li dijî zaliman çavkaniya wêrekî û hêviyê ye ji bo her kesî. Birêz Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî girtî jî be fikrên wî zincîr qetandiye û azad e. Di têkoşîna gelê Kurd û hemû bindestan de, lîderiya wî banga berxwedanê ya li dijî bê edaletî û mêtingeriyê ye. Tecrîda ku dewleta Tirk dimeşîne ne tenê li dijî Abdullah Ocalan her wiha êrîşek li ser tevahiya mirovahiyê ye. Wezîfeya sereke ya me şoreşgeran e ku em vê tecrîdê bişikînin û fikrên wî biparêzin."

Mahîr Anûr destnîşan kir ku tevlîbûna Rêber Apo ya li çalakiyên 1'ê Gulanê yên li Zurichê wê ji bo xurtkirina ruhê berxwedana hevpar a gelan bibe gaveke mezin.