1'Ê GULANÊ CEJNA KARKERAN
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyaniyeke nivîskî da.
KCDK-E’yê, diyar kir ku bêhtirî 130 sal in, Roja 1’ê Gulanê bûye ew roj ku karker û bindestên li çar aliyê cîhanê li dijî îstîsmara kedê, zext û şîdeta dewletê rabûne ser piyan û got, “Roja 1’ê Gulanê hêviya bindestan a civaka azad û têkoşîna li dijî kedxwarî, nîjadperestî û şer temsîl dike.”
KCDK-E got, “Îsal 1’ê Gulanê di demeke ku li Rojhilata Navîn û cîhanê de îstîsmara kapîtalîst, rejîmên otorîter û şer giran dibin de tê pîrozkirin. Modernîteya kapîtalîst ne tenê ji bo kedkaran, ji bo siberoja xweza û mirovahiyê jî bûye xetere.
1'ê Gulanê sembola têkoşîna bindestan a li dijî vê sîstemê ya ji bo sosyalîzm û civaka demokratîk e. Ji bo avakirina civaka demokratîk têkoşîna li dijî mîlîtarîzm, neteweperestî û şeran pêwîst e.
Di vê çarçoveyê de banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ya di 27’ê Sibata 2025’an de hatiye kirin xwedî wateyeke dîrokî ye. Tevî ku Rêber Apo bêhtirî 26 sal in li girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye jî, bi banga aştî, demokrasî û azadiyê ya li Tirkiye û tevahiya herêmê re bûye ronahiyeke hêviyê. Rêber Apo xwest, rê li ber civaka azad, demokratîk veke, mafên hemû cihêrengî, ol û zayendan misoger bike û polîtîkayên şer û zordariyê biqedîne.
Çareseriya pirsgirêka Kurd weke mifteya demokratîkbûna Tirkiye û herêmê tê dîtin. Polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê çavkaniyên karkeran tine dike. Ji ber vê çareserî di têkoşîna yekbûyî û azadîxwaziyê de ye.
Avakirina civakeke azad û demokratîk ancex bi têkoşîna bi israr pêkan e. Wezîfeya bingehîn a me kedkar, jin û enternasyonalîstan e ku ji bo cîhaneke bê îstîsmar, bê şer û zext li dora têkoşîna yekbûyî li cem hev bisekinin.
1'ê Gulanê ew roj e ku em têkoşîna xwe ya civaka demokratîk û dengê xwe bi cîhanê bidin bihîstine. Bi wesîleya 1'ê Gulanê em ji bo bidawîbûna şerên li Kurdistan, Sûriye, Iraq û cîhanê banga tijekirina qadan û ji bo aştiyê dengê xwe bilind kirinê dikin.
Di çalakiyên 1'ê Gulanê yên li Ewropa, Awûstralya û Kanadayê bên lidarxistin de em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Rêber Apo seferber bibin.
Ji bo avakirina jiyaneke ekolojîk, azadîxwaziya jin û civaka demokratîk em di 1’ê Gulanê de dakevin qadan! Bijî hevgirtina navneteweyî!”