Hevşaredarên Îdirê mazbatayên xwe wergirtin
Hevşaredarên Îdirê Mehmet Nûrî Guneş û Nejla Kum mazbatayên xwe yên hilbijartinê wergirtin.
Hevşaredarên Îdirê Mehmet Nûrî Guneş û Nejla Kum mazbatayên xwe yên hilbijartinê wergirtin.
Mehmet Nûrî Guneş û Nejla Kum ên ku ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) wekî Hevşaredarên Îdirê hatin hilbijartin, mazbatayên xwe wergirtin.
Tevî parlamenterê Îdirê Yilmaz Hun gelek kes ji bo wergirtina mazbatayan bi hevşaredaran re çûn.
Piştre hevşaredar û şandeya pê re bi girseyî derbasî avahiya şaredariyê bûn.