Namzetên DEM Partiyê yên Rihayê xebatên hilbijartinê didomînin

Li Rihayê namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê beriya hilbijartinên xwecihî lez dan xebatên xwe.

Namzetên DEM Partiyê yên Rihayê ji navenda bajêr heta taxên herî dûr bi hilbijêran re dicivin, li pirsgirêkan guhdarî dikin û polîtîkayên partiyê vedibêjin.

BAJARÊ MEZIN

Namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê Rihayê Celalettîn Erkmen û Gulşen Ozer esnafên navçeyên Eyyûbiye û Halîliyê ziyaret kirin.

KARAKOPRU

Namzetê hevşaredariyê yê navçeya Karakopruyê Ridvan Yavuz dema ku li taxa Atakentê esnaf ziyaret kir, Rezzan Ayhan jî ji taxên din piştgirî xwest.

XELFETÎ

Namzetên hevşaredariyê yên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan li taxa Goganê bi esnaf û welatiyan re hatin cem hev.

PIRSÛS

Namzetên hevşaredariyê yên Pirsûsê Ayten Kaya û Muslum Baran li navenda navçeyê û taxan daxwaza piştgiriyê kirin.

WÊRANŞAR

Namzetên hevşaredariyê Bedriye Yorgun û Serhat Dîcle Înan serdana bazara heywanan û esnafên siteya galeriyê kirin.

SERÊKANIYÊ

Li navçeya Serêkaniyê namzetên hevşaredariyê Rahşan Yazar û Ugur Kahraman piştî serdana mal û nexweşan esnafan ziyaret kirin.

SÊWEREG

Li navçeya Sêweregê namzetên hevşaredariyê Yildiz Çetîner û Alî Dusak serdana esnafên li navendê kirin.

BÊRECÛK

Namzetên hevşaredariyê yên Bêrecûkê Mehmet Begît û Bêrîvan Îlkaya Manaz çûn serdana taxan, bi hilbijêran re hatin cem hev û şaredarvaniya DEM Partiyê dan nasîn.