Rojbûna Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina PJAK'ê hate pîrozkirin
Li bajarê Antwerpen ê Belçîkayê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina PJAK'ê hate pîrozkirin.
Li bajarê Antwerpen ê Belçîkayê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina PJAK'ê hate pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de tevî Hevserokê berê yê PJAK'ê Siyamend Mûînî û endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar gelek kes amade bûn. Di pîrozbahiyê de bi navê rêxistina Ewropayê ya KJAR'ê Mîryem Fathî û siyasetmedar M. Emîn Pencewînî axivîn.
Di axaftinan de ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga xurtkirina çalakiyan hate kirin û êrîşên dema dawî yên li ser çapemeniya azad hatin şermezarkirin.
Qisekeran salvegera damezrandina PJAK'ê pîroz kirin û li dijî dagirkeriyê banga berxwedanê kirin.
Di pîrozbahiyê de hunermend Necmeddîn Xulamî, Hozan Dîno, Seyda Perînçek, Şehîn Talebanî û Koma Pel Muzîkê hunera xwe pêşkêş kirin.
Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.