Ûçar: Wexta em wenda bikin tuneye, divê azadiya Ocalan bê misogerkirin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna gel a li Hewagê de axivî û got: "Êdî wextê windakirinê nemaye. Heta ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan neyê misogerkirin her soza ku em li ser navê demokrasiyê bidin wê bê wate be.”

Li navçeya Hewag a Rihayê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar civîna gel hat lidarxistin. Civîna ku namzetên hevşaredariyê yên Hewagê yê DEM Partiyê Îsmaîl Yildiz û Aygul Kapikayali û gelek kes amade bûn. Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Namzetê hevşaredariyê Îsmaîl Yildiz li vir axivî, spasiya eşîrên Atmanî û Mesnawî yên ku tevlî DEM Partiyê bûne kir û wiha axivî: "We hêza me zêde kir, teqez em ê bi vê hêzê bi ser bikevin. Serkeftin wê ya me hemûyan be. Serkeftin wê ya Bozova be.”

HEVŞAREDARÊ GIRTÎ NAME ŞAND

Hevşaredarê Hewagê Zeynel Taş ê ku di 12'ê Kanûna 2016'an de ji peywirê hatibû dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û Girtîgeha Yozgatê tê ragirtin name şana. Name Hevşaredarê girtî Taş ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Huseyîn Keser ve hat xwendin. Taş ji bo namzetên hevşaredariyê serketinê xwest û diyar kir ku 31'ê Adarê ji bo hesap zîhniyeta qeyûman were pirsîn rojeke dîrokî ye.” Kesên ku beşdarî civînê bûn gelek caran dirûşmên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" berz kirin.

‘EV TÊKOŞÎNA HER KESÎ/Ê AZAD DIKE'

Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku 31'ê Adarê pêvajoyeke dîrokî ye. Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û wiha berdewam kir: “Li vir ji hemû nifşan hevalên me hene. Hevalên me yên şadiya salên 80 û 90’î kirine hene. Di nav me de hevalên ku em jê re dibêjin nifşa 'Z' ya salên 2000'î hene. Van 3 nifşan di serdema xwe de tu carî dev ji têkoşînê bernedan. Têkoşîna me, yên beriya me û yên piştî me heye; navê wê têkoşînê azadiya Kurd e. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ne tenê têkoşîneke azadkirina Kurdan e, di heman demê de têkoşîna azadiyê yê her kesî/ê ye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi bîr xist ku qeyûm 2 serdemêntên tayînkirin û wiha got: “Ji ber ku li şaredariyên me talan, gendelî û qazanc tune ye qeyûm hatin tayînkirin. Ji bo vê îradeya gel hate desteserkirin. Hevşaredarên me hatin girtin, lê dest ji parastina paradîgmaya azadiya jinê ya demokratîk bernedan. Li girtîgehê dev ji paradîgmayê bernedan û li ber xwe dan. Hikûmet ji bo rê li ber siyaseta demokratîk veke gotin kirin, lê îro hevalên me yên pêşengtiya siyaseta demokratîk kirin, ji hêla  hikûmeta AKP-MHP’ê hatine girin û di girtîgehê de ne. Têkoşîna me ne tenê ya yek demê ye. Em têkoşîna parastina mafên hemû pêkhateyên demokratîk ên li Tirkiyeyê dijîn, dimeşînin.

'YEKÎTIYA KURDAN WÊ BIDE QEZENCKIRIN’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar da zanîn ku meşa bi HEP’ê dest pê kir bi DEM Partiyê berdewam kir û got: “Me ji HEP’ê heta DEM Partiyê siyaseta demokratîk parast. Ji bilî partiya me ti partiyeke ku siyaseteke berfireh, azadîxwaz, wekhevîxwaz û demokratîk bike nîne. Nikarîbûn bigihêjin me û ne gihîştin me. Kesên ku nirxên me nas nakin û zilmê li wan dikin. Divê em şaredariyên xwe paşde bigiirin. Yekîtîya Kurda hHem li vir hem jî li Rojhilata Navîn girîng e. Yekitiya Kurdan wêbi her kesî/ê bide qezenckirin.”

'EM DEV JI DAXWAZÊN XWE BERNADIN’

Hevseroka DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar têkildarî pirsgirêka Kurd jî ev tişt anî ziman: “Ji avabûna Komara Tirkiyeyê vir ve feraseta monîst tê ferzkirin. Em di nava guherandina vê yekê de ne. Berxwedana me ji avabûna dewleta netewe heta niha bênavber didome. Me li dijî hovîtiya Zindana Amedê li ber xwe da, li dijî êrîşên dewletê yên salên 90’î jî me li ber xwe da. Li hemberî polîtîkayên şer ên salên 2000’î û piştî pêvajoya çareseriyê me li ber xwe da. Kurd dixwazin li van xakan bi awayekî wekhev û azad bijîn. Dest ji van daxwazan bernedan û dest ji van daxwazan bernadin. Her ku em li dijî vê têbikoşin, em ê mezin bibin. Em ê şaredariyên xwe bi dest bixin û bihevre bi rê ve bibin.”

Ûçar bal kişand ser girîngiya pergala hevserokatiyê û domand: “Jin di her asta partiya me de dikarin bibin xwedî gotin. Em bi desthilatdariyeke ku bi polîtîkayên mêtingeriyê hebûna xwe didomîne re rû bi rû ne. Peymanên ku ji bo pêşîgirtina li komkujiyên jinan hatibûn îmzekirin, terikandin. Em bi desthilatdariyeke dijminê jin, civak û Kurdan re rû bi rû ne. Divê em li dijî vê hikûmetê têkoşîneke hevpar bimeşînin. Em ê tu carî dev ji daxwazên xwe bernedin."

‘MUXATABÊ SEREKE ABDULLAH OCALAN E’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan muxatabê sereke yê çareseriya pirsgirêka Kurd e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Beriya niha deklerasyonek hatibû weşandin. Birêz Ocalan hem bang li mejiyê Kurdan û hem jî li mejiyê dewletê kir. Di vê heyamê de tevî hemû polîtîkayên biryargirtinê jî birêz Ocalan weke qasidê aştiyê hate qebûlkirin. Bi planên hilweşînê bersiv hat dayîn. Dema pêvajoya muzakereyê dewam dikir, amadekariyên şer hatin kirin. Yên ku ji bo demokratîkbûna vî welatî herî zêde hewl dane em in. Ji bo çareseriyê divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bê misogerkirin. Bi vê armancê li hemû cîhanê kampanya hatin lidarxistin. Êdî wextê kesî tune ku winda bike. Heta ku azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk neyê, her soza ku em li ser navê demokrasiyê bidin wê bê wate bin.”

Girseyê bi berzkirina dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bersiv dan.

Civîn piştî nêrînên gel ên li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi dawî bû.