Namzetên DEM Partiyê derewandin: Em li Edeneyê ji hilbijartinê re amade ne

Rêxistina Edeneyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) îdîayên li ser vekişîna ji hilbijartinê ya li bajêr derewandin û diyar kirin ku ew bi hemû hêza xwe ji hilbijartinê re amade ne û wê bi ser bikevin.

Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) a Edeneyê têkildarî îdiaya ku dibêjin xwe ji hilbijartinê vekişandine daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya rêxistinê hate dayîn û pankarta “Here ser sindoqê û xwedî li îradeya xwe derkeve, dengê xwe bidin DEM Partiyê” hate vekirin. Hevserok û hevşaredarên bajar û partiyî tev li daxuyaniyê bûn.

Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Edeneyê Arîfe Çinar metna daxuyaniyê xwend. Çinar, bang li tevahiya gel kir ku biçin ser sindoqê, xwedî li îradeya xwe derkeve û îdiaya “dê xwe ji hilbijartinê vekişînin” derewand. Çinar, wiha domand: “Em dixwazin ji tevahiya raya giştî ya Edeneyê re bibêjin; hem derdorên nêzî desthilatdariyê hem jî yên muxalîf propagandaya ku em ê xwe vekişînin dikin. Em ji gelê Edeneyê re dibêjin ku em bi hemû hêza xwe ji hilbijartinê re amade ne û dê serketineke mezin bi dest bixin. Wê serketin a me be. Wê serketin a gelê Edeneyê be.”