ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê wê bêne şopandin.

Çalakiyên şermezarkirinê yên têkildarî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê wê werin şopandin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Bajarê Amedê Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku dewletê piştî 12 saetan dest li şewatê werda û got, di felaketê de jî cihêkarî kiriye.

Şervana wêrek a gelê Kurd Eser Warşîn bi sekna xwe ya ku tawîz ji pîvanên jin a azad nedida û bi kesayetiya xwe ya berxwedêr û têkoşer wê bê bîranîn.