Li Colemêrgê çalakiya nobetê hat destpêkirin

Şandeya ji hilbijartiyên DEM Partiyê yên Wan û Agiriyê pêk hatî, ragihand ku ew li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê çalakiya nobetê dane destpêkirin û heta ku bêhiqûqî bi dawî bibe wê çalakiyên wan bidome.

DESTESERKIRINA VÎNA LI COLEMÊRGÊ

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî biryara Wezareta Karên Navxweyî ya di 3'ê Hezîranê de ji bo qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê bê kirin dayî, li bajêr dest bi çalakiya nobetê kir. Di roja yekemîn de hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê yên ji navçeyên Payizava (Gurpınar), Elbak (Başkale) û ji navçeya Agirî Avkevir (Taşlıçay) hatin hilbijatin, hatin bajêr û beşdarî çalakiyê bûn. Heyeta hilbijartiyan di ketina bajêr de ji aliyê Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê ve hate pêşwazîkirin. Girse piştî pêşwazîkirinê bi wesayitan derbasî ber Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê ya li navenda bajêr bûn û bi pêşmalkên bi kurdî û tirkî “Em ê rê nedin qeyûman” û pankarta “Qeyûm qeyûm e, ji desteserkirina vînê re na” heta xaçerêya peyker meşek li dar xistin. Di meşê de girseyê bê navber dirûşmên, "Dê roj bê û AKP hesabê bide gel", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Colemêrg ya me ye, şaredarî ya me ye" û "Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

‘HETA KU BÊHIQÛQÎ BI DAWÎ BIBE WÊ ÇALAKIYÊN ME BIDOMIN’

Piştî meşê girseyê li xaçerêya peykerê daxuyanî da. Hevserokê Rêxistina Colemêrgê yê DEM Partiyê Kadîr Şahîn ku dertpêkê axivî, bi bîr xist ku ev cara 3’yemîn e qeyûm tayînî şaredariya Colemêrgê tê kirin û got ku ji 3'ê Hezîranê ve li dijî desteserkirina îrade û bêhiqûqiyê berxwedan tê meşandin. Şahîn anî ziman ku berxwedana wan bênavber didome û wê bidome. Şahîn, wiha berdewam kir: “Em ê berxwedana xwe ya li dijî desteserkirina vînê bi meş û nobetên ku wê 30 rojan bidomînin berdewam bikin. Hilbijartinên şaredariyên di bin banê partiya me de wê du rojan carekê bên bajarê me û nobet, meş û serdana gel pêk bînin. Em ê bi hemû şandeyên xwe yên ku dê bên bajarê me di nava gel de bin. Heta ku em vê bêhiqûqiyê ji hemû cîhanê re ragihînin û encam negirin dê çalakiyên me bidomin."

‘DEV JI POLÎTÎKAYÊN QEYÛMÊ BERDIN’

Li ser navê heyetê endamê Meclîsa Şaredariya Elbakê ya DEM Partiyê Mehmet Salih Ozdemîr axivî û diyar kir ku gelê Colemêrgê 3 serdemên li gel hemû hîleyan jî li gel DEM Partiyê ye û destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê nikare vê fêhm bike. Ozdemîr, anî ziman ku ew bang li hikûmetê dikin û wiha domand: “Polîtîkaya we ya qeyûm zirarê dide gel. Demildest û di zûtirîn demê de dev ji polîtîkayên qeyûm berdin. Îhmalkirin û desteserkirina vîna gel guneh e. Armanca sereke ya me ya li vir ew e ku li dijî polîtîkayên qeyûm nobeda edaletê bidin destpêkirin û daxwaza bidawîkirina desteserkirina vîna gel bikin. Tenê armanca qeyûm dizî û tunekirin e. Divê ev raweste, şaredarî radestî vîna gel bê kirin.”

 

Piştî daxuyaniyê şandeyê ji bo têkiliyan derbasî taxan bûn.