Li Wanê eşîra Meleyî piştgirî da DEM Partiyê

Meleyî ku yek ji eşîrên girîng ên li Bakurê Kurdistanê ye, li navçeya Ebex a Wanê bi rengekî girseyî eşkere kir ku ew piştgiriyê didin DEM Partiyê.

Eşîra Meleyiyan li Ebexe yek ji eşîrên herî mezin a herêmê ye. Meleyî pişgriya xwe ya ji bo DEM Partiyê eşkere kirin. Sedan welatiyên ji eşîra Meleyiyan bertek nîşanî îdiayên “Piştgiriyê didin AKP’ê” dan û bi meşeke ku ji sedan kesan pêk tê serdana DEM Partîyê kirin.

Sedan endamên eşîra Meleyiyan li ser cadeya Riya Wanê ya navçeyê kom bûn û ber bi buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ve meşiyan. Meleyiyên ku alên DEM Partiyê hilgirtin, ji hêla DEM Partiyiyan ve, li pêşiya buroya hilbijartinê bi çepikan hatin pêşwazîkirin.

Rûspiyên Meleyiyan li vê derê axaftineke kurt kirin û wiha gotin: “Bila dost û dijmin bizane ku Ebex ya me ye û em ê teslîmî wan nekin.”