BI DÎMEN

Li Wanê dikan nehatin vekirin, çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin

Desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyê li Wanê tê şermezarkirin. Dikandaran dikanên xwe venekirin.

Namzetê hevşaredariyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan di hilbijartinê de bi ser ket lê mazbataya wî dan namzetê AKP’ê. Li ser vê yekê li bajar çalakiyên protestoyî dest pê kirin û heta danê paşîvê jî domiyan. Bi hezaran kes heta serê sibehê kolan vala nehiştin û li tevaiya rêyên taxan berîqet danîn. Piştî êrişên tund ên polîsan, bertekên gel hêj zêdetir bûn. Navenda çalakiyan jî cadeyên sereke yên navendê Cumhuriyet, Ordu, Maraş, Mîllî Egemenlîk, Akkopru, Îkînîsan, Kişla, Orhan Dogan bûn û di çalakiyan de TOMA’yek hate şewitandin. Çalakvanên ku tabelayên reklaman, çopdank û guldank danîn nava rêyan, berîqet çêkirin. Piştî paşîvê jî welatî çûn malên xwe. Polîs jî ketin malên welatiyan û bi awayekî rasthatî gaz avêtin hundirê malan. Polîsên ku bi wesayîtên sivîl ketin kolana Taxa Halîlagayê, heta saetên serê sibehê gaz avêtin ser cade û avahiyan.

Îro jî esnafan derabeyên dikanên xwe venekirine. Dê îro saet di 11.00’ê de ji 7 noqteyên bajar ber bi navendê ve meş bên lidarxistin û darbeya AKP’ê bê protestokirin. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes dê tev li meşê bibin û li Parka Feqiyê Teyran daxuyaniyê bidin.

Di saetên serê sibehê de polîsan bi ser sedan malan de girtin û gelek kes binçav kirin. Hema hema bi ser tevahiya malên li ser kolana Surmeliyê ya Taxa Xaçortê de hate girtin. Di serdegirtinên malan de îşkence li welatiyan hate kirin. Li dijî tundî û zexta polîsan a heta nava malan, xelkê bajar dîsa daket kolanan û dest bi protestoyan kirin.

Li ser zêdebûna bertekên gel, ji tevahiya bajarên derdorê bi hezaran polîs li Wanê hatin sewqkirin. Polîsên hatin sewqkirin bi otobûsên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin, li navendê hatin veguhestin. Di saetên serê sibehê de li tevahiya cadeyên sereke yên navendê otobûsên şaredariyê hatin bicihkirin. Di hundirê wan otobûsan de jî polîs hene. Her wiha li tevahiya kolanên bajar jî TOMA hatine bicihkirin. Li kolanên di navberê de jî polîsên çevikê hatine sekinandin. Piştî çalakiyên şevê din, ji bilî cadeyên Cumhuriyet û Maraşê, tevahiya cadeyan bi qasî ku wesayît nekarin ber re derbas bibin hatine girtin.