BI DÎMEN

Li Wanê berxwedan belavî tevahiya bajêr bû

Berxwedana ku li dijî desteserkirina îradeya gel a li Wanê, destpê kirî belavî tevahiya bajêr bû. Gel li kolan û cadeyan agir vêxist û rê ji trafîkê re girtin.

Mafê xweparastinê yê Abdullah Zeydan ku weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hate hilbijartin, bi “fermana” AKP’ê hate desteserkirin. Gel li dijî vê yekê dest bi berxwedanê kir. Navenda protestoyan cadeyên Cûmhûriyet û Mereşê ne, her wiha berxwedan li tevahiya bajêr belav bû. Bi hezaran kes li kolanan bi qutiyên çopan û stûnan barîkat çêkirin. Li hin deveran agir hate vêxistin. Hemû esnafan dikanên xwe girtin.

Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî gel kir. Ji ber êrîşê gelek kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku polîs ketine avahiya rêxistina Wanê ya DEM Partiyê û bombeyên gazê avêtine.

Çalakiyên protestoyî li çar aliyên bajêr belav bûye. Ciwan bi keviran bersiv bidin êrîşa polîsan.