Li Gazîosmanpaşayê deng ji nû ve tên jimartin

Li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê ku CHP di hilbijartinên xwecihî de li navçeyê bi ser ket, li ser îtîraza AKP'ê deng ji nû ve tên jimartin. CHP'ê bang li Stenboliyan kir ku piştgiriya wan bikin.

Di hilbijartinên 31'ê Adarê de li Gazîosmanpaşayê Hakan Bahçetepeyê namzetê CHP’ê bi ser ket.

Bahçetepeyî 107 hezar û 636, namzetê AKP'ê jî 106 hezar û 757 deng girtin.

Girêdayî îtîraza AKP'ê Desteya Hilbijartinê ya Stenbolê biryar da ku deng ji nû ve werin jimartin.

Di kêliyên jimartina dengan de rageşiya di navbera endamên CHP û AKP'ê de bilind bû. Serokatiya Gazîosmanpaşa ya CHP’ê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal vîdeoyek parve kir û di vîdeoyê de dibêje ku AKP bi neqanûnî îtîrazê dike û di navbera aliyan şerî derdixîne. Her wiha di vîdeoyê de banga piştevaniyê kir û got: ‘’Em bang li hemû welatiyên xwe yên Stenbolê dikin piştgiriya me bikin.’’

Alîkarê Serokê Herêma 3’yemîn ê CHP’ê yê Stenbolê Mûrat Bakir jî bertek nîşanî helwesta Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da û got: ‘’Li hin navçeyên din daxwazên CHP’ê nayên qebûlkirin lê belê tevî ku em li Gazîosmanpaşayê bi ser ketine jî YSK biryarê dide ku deng ji nû ve werin jimartin.’’