BI DÎMEN

Li Dortmûnê 450 name ji CPT re hatin şandin

Meclîsa Jinê ya Rozerîn a rêxistina jinên Kurd ên li Dortmûndê dijîn, 450 nameyên ku di çarçoveya kampanyaya “Ji CPT re name” amade kiribûn, şandin û banga tevlîbûna seferberiyê kirin.

KAMPANYAYA ŞANDINA NAMEYAN A JI CPT RE

Meclîsa Jinan a Rozerîn a li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, ji bo kampanya "Ji CPT re name” ya ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, seferber bûn.

Di çarçoveya kampanyayê de 450 name ji Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê (CPT) re hatin şandin.

Di naveroka nameyê de pergala Îmraliyê ya êşkence, tecrîd û qirkirinê tê şermezarkirin û ji CPT tê xwestin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Nûnerên Meclîsa Jinan a Rozerîn 450 name birin postayê û ji CPT re şandin. Li vir jinan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga seferberiyê li jinan kir.

Kampanya li seranserî Elmanyayê berdewam dike.