BI DÎMEN

Mîhrîcana Govendên Kurdistanê destpê kir

Mîhrîcana Govendên Kurdistanê li bajarê Esslîngenê bi meşa gerdîşî destpê kir.

MIHRÎCANA GOVEND

35’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistanê li bajarê Esslingen ê Elmanyayê bi meşa gerdîşî destpê kir. Komên beşdarvan danê sibehê li Bahnhof Platzê li hev kom bûn.

Lîstikvanên Koma Govenda Bêrîvanê ya Weselê ya Elmanyayê destpêkê hatin qadê. Piraniya koma ku ji 14 jinan pêk tê Êzidî ne û navê koma xwe ji Şehîd Binevş Agalê (Bêrîvan) standine.

Li qadê nêzîkî 400 lîstikvan, mamoste û Kurdistaniyan govendên ji herêmên cuda yên Kurdistanê gerandin. Cil û bergên Kurdî yên lîstikvan û mamosteyan bûn sedema derketina dîmenên gelekî xweşik.

Piştî gerandina govendê meşeke girseyî destpê kir. Welatiyên Elman ji bacên xaniyê xwe meşa girseyî temaşe kirin û eleqeyeke mezin nîşan dan.

Meş li qada li rex Pirtûkxaneya Esslîngenê bi dawî bû. Lîstikvanan li qada dîrokî nêzîkî nîv saetê govendên gelêrî gerand.

Mamoste û lîstikvan derbasî qada pêşbirkê bûn û komên govendê wê tevahiya rojê hunerên xwe pêşkêş bikin.

Xelatên mîhrîcanê ev in:

"Xelata Cil û Bergan

Xelata Lêkolînê

Xelata Dîlanan

Xelata Faîr Play."

KOMÊN KU MAFÊ BEŞDARBÛNÊ BI DEST XISTINE EV IN:

"Govenda Berîvan a Weselê

Govenda Arya-Mara ya Kolnê

Govenda Baran a Kolnê

Govenda Baran 2 a Kolnê

Govenda Romanî ya Kolnê

Govenda Ar a Wuppertalê

Govenda Aşe Îve ya Leverkûsenê

Koma Azadî ya Dortmûndê

Koma Dilçem a Hagenê

Koma Kulîlkên Welat a Dûîsbûrgê

Koma Feraşîn a Berlinê

Koma Kaniya Spî ya Celleyê

Koma Şiyar Jin a Salzgîtterê

Koma Şiyar a Salzgîtterê

Govenda Şehîd Sîpan Amara ya Hambûrgê

Govenda Sîpan Amara ya Hambûrgê

Govenda Esteriya ya Lîmbûrgê

Govenda Mezopotamya ya Saarbrûckenê

Koma Hebûn a Verdenê

Koma Şehîd Zulkuf a Nûrnbergê

Koma Jiyan a Stûttgartê

Evîna Welat Bi Hevra ya Baselê

Govenda Gelawej a Baselê

Koma Agirê Welat a Solothûrnê

Koma Demhat a Zurîhê

Govenda Rojbîn a Parîsê

Govenda Nergizên Çiya ya Den Haagê."