Hiqûqnasan nerazîbûn nîşanî biryara xespê dan: Ewletiya ti kesê ya hiqûqî nîne!

Parêzer Mahsûnî Karaman bertek nîşanî paşvegirtina mafên qedexekirî yên Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan da û got: “Biaxivin, hûn hiqûqnasên kê ne?”

Parêzerên Baroya Amedê û yên Abdullah Zeydan, têkildarî paşvegirtina mafên qedexekirî yên Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeyldan li vaiya Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê daxuyanî dan. Şaxa ÎHD’a Amedê, Şaxa OHD’A Amedê, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û parêzerên Zeydan jî tev li daxuyaniyê bûn.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren bi bîr xist ku ev du hilbijartinên rêveberiyên herêmî îradeya gel tê xespkirin. Eren, wiha domand: “5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê têkildarî Abdullah Zeydan di heman rojê de dicive û biryarê dide. Ji ewil biryara hatiye dayîn betal dike û ji bo bidawîbûna mesaiyê 5 deqe dimînin ku biryarê radike. Ji bo rakirina mafên qedexekirî duh ji 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê nivîsa daxwazê hat. Li ser daxwaza Wezareta Dadê û bi serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Amedê re 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ji bo mafê ‘lêvegerandina mafên qedexekirî’ ku di 4’ê nîsana 2023’yan de dabû dicive. Şande dicive û biryarê dide. Di heman rojê de biryara berê hatibû dayîn radike û ji bo xelasbûna mesaiyê 5 deqe dimînin ku biryara rakirina biryara îadekirina mafên qedexekirî dide.

Duh jî nivîsa daxwazkirina dosya û biryaran a Lijneya Hilbijartinê ya Wanê ji 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re hat. Ev yek nîşan dide ku li Wanê hinek mamzetan an jî partiyan îtîraz kiriye. Daxwaza têkildarî vê dosyayê nîşan dide ku mudaxilekirina vê rewşê planeke ji berê de hatiye amadekirin e. Bi vê yekê re bi eşkereyî bi destê darazê mudaxileyî demokrasiyê hatiye kirin. Em li vir bang li Lijneya Hilbijartinê ya Wanê dikin; ev biryara hatiye dayîn biryareke derhiqûqî ye. Biryareke ku girêdayî venêrîna Dadgeha Bilind e, dadgehê li ser daxwazê û bêyî ku biryara xwe ji venêrîna darazê re derbas bike da. Ev nayê qebûlkirin. Heke îtîrazek hebe jî divê ji Dadgeha Bilind re bên şandin. Dadgeha xwe bi xwe biryara xwe dinirxîne û ji holê radike. Em ji Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Wanê re dibêjin ku biryara 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê biryareke derhiqûqî ye.”

Eren, got ku dema Zeydan serlêdan kirî, biryara dadgehê ya ku mafên qedexekirî hatine îadekirin derbasdar bû û li ser vê yekê jî namzetiya Zeydan teqez bûye. Eren, got ku divê ev biryar esas were girtin û Lijneya Hilbijartinê ya Wanê jî îtîraza nehiqûqî hatiye kirin red bike.

Parêzerê Zeydan, Mahsûnî Karaman jî wiha got: “Li Tirkiyeyê hiqûq ji holê rabûye. Kengî bixwazin bi daxwaza siyasetê mudaxileyî mafên teqezbûyî dikin.” Karaman, da zanîn ku Zeydan înfaza xwe temam kiriye û dadgehê jî di 4’ê nîsana 2023’yan de biryara îadekirina mafên qedexekirî daye. Di 25’ê nîsanê de jî biryara behsa xeberê teqez bû, têkildarî vê girtek hate amadekirin û biryara îadekirina mafên qedexekirî teqez bû. Ev biryara teqezbûyî ji Midûriyeta Îstatîstîkên Sicîlên Edlî re hat ragihandin û wan jî got ‘qeyda sabiqeyê ya sicîla edlî ya birêz Zeydan tune ye.’ Biryara îadekirina mafên qedexekirî jî li vê qeyda sicîla edlî hate qeydkirin. Birêz Zeydan jî ji bo namzetiyê serlêdan kir û YSK’ê erê kir.”

Karaman, bi gotina “Biaxive, tu hiqûqnasê kê yî?” bertek nîşanî biryarê da. Karaman, got dê her tişt di nava çendek rojên pêş de li ser îtîrazan eşkere bibe.  

Daxuyanî bi pirsên rojnamegeran bi dawî bû.