BI DÎMEN

Hevşaredarên Nisêbînê mazbatayên xwe wergirtin

Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan a ku mazbataya xwe wergirt, bang li gel kir ku bi hev re ber bi şaredariyê ve bimeşin û got: "Werin em şaredariya xwe ji destê qeyûman bigirin û bi hev re biparêzin."

Hevşaredarên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Gulbîn Şahîn Daghan û Selahattîn Ay yên DEM Partiyê bi rêjeya ji sedî 75,8’ê dengan bi ser ketinBi beşdariya Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan, Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergiz û Ferhat Kut ku qeyûm li şûna wan hatin tayînkirin û rêveberên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê, li ber avahiya dadgehê daxuyaniyeke kurt hat dayîn. Hevşaredar Gulbîn Şahîn Daghan bang li gel kir ku sibe saet 11.00’an de li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeya Nisêbînê kom bibin û bi hev re heta şaredariyê bimeşin.

Gulbîn Şahîn Doghan wiha got: “Weke hûn jî dizanin wergirtina mazbatayên me bi derengî ket. Me bi wergirtina endamên meclîsê yek bi yek ev pêvajo bi dawî kir. Weke me berê jî gotibû em van mazbatayan diyarî gelê xwe dikin. Sibe saet 11.00'an werin li ber avahiya navçeya Nisêbînê ya DEM Partiyê em bi hev re li hev bicivin û bi hev re derbasî şaredariya xwe bibin. Werin em şaredariya xwe ji qeyûman bistînin û bi hev re lê xwedî derkevin. Em ji gelê Nisêbînê re spasiyên xwe tînin ziman.”