NÛ BÛ III

Gelê Wanê dîsa daket kolanan û li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin

Li Wanê piştî fitarê li dijî darbeya AKP'ê gel daket kolanan, li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê jî bertek nîşanî xespkirina vîna gelê Wanê dan.

ÇALAKIYÊN LI DIJÎ XESPKIRINÊ

Piştî bi "fermana" AKP'ê mafên memnû yên Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan hatin îadekirin, li Wan protesto dest pê kirin. Portesto piştî fitariyê jî didomin. Li gelek deverên bajêr gel biryara navborî protesto dike.

Ciwanên ku li kolanên Cumhûriyet, maraş û Akkopruyê agir vêxistin, dirûşme berz kirin. Li gelek deverên pajêr pevçûn û êrîşên polîsan didomin.

EDENE

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Edeneyê ji bo şermezarkirina xespkirina hilbijartina Wanê li Parka Înonu daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr daxuyanî xwend, xespkirina hilbijartinê ya li Wanê protesto kir û got: "Prensîba bingehîn a ku demokrasiyê diafirîne, rêzgirtina ji vîna gel e. Em hikûmetê vedixwînin ku rêzê li vîna gel bigire. Em kesên ku dixwazin vîna gelê me xesp bikin hişyar dikin û tu carî vê darbeya siyasî qebûl nakin.”

Piştî daxuyaniyê girseya gel ji bo demekê çalakiya rûniştinê li dar xist. Piştî daxuyaniya çapemeniyê polîsan welatiyên ku dirûşm berz dikirin û vedigeriyan Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê asteng kirin û êrîşî girseyê kirin. Di êrîşê de Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr birîndar bû, gelek kes ji cihên xwe yên cuda birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê. Namzetê hevşaredariyê yê Seyhanê Mehmet Karakiş bertek nîşanî helwesta polîsan da û peyama wê ya li dijî xespserkirina vînê gal têbikoşin da.

MÊRSÎN

Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê, xespkirina hilbijartinê ya li Wanê bi daxuyaniya li Parka Zarokan a Ozgurê hat hat dayîn protesto kirin. Di çalakiya ku gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr beşdar bûn de pankarta “Vîna gelê Wanê nayê xespkirin!” hat hildan. Di daxuyaniyê de timî dirûşmên "Abdullah Zeydan rûmeta me ye", "Vîna gel nayê xespkirin" û "Em vîna xwe diparêzin" hatin berzkirin.

Îsmaîl Hakkî Guneş destnîşan kir ku encamên hilbijartinê yên li Wanê di heman demê de bersiva herî mezin a li hemberî polîtîkayên qeyûman ên berê li herêmê hatine tayînkirin e û diyar kir ku îtiraza ku Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê bi awayekî derqanûnî qebûl kiriye êrîşeke bêperwa ya li dijî demokrasî û sîstema hiqûqê ye. Guneş got, “Ev êrîş ne tenê êrîşa li dijî Abdullah Zeydan e, li dijî vîna gel e. Desthilatdariya hiqûqê hatiye binpêkirin. Em diyar dikin ku ji bo betalkirina vê biryara şaş em ê heta dawiyê hemû rêyên hiqûqî û demokratîk bikar bînin. Em bang li hemû gelê xwe, rêxistinên sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk dikin ku li dijî van pêkanînên dijdemokratîk dengê xwe bilind bikin û têbikoşin.”

Nûnerên saziyên sivîl bang li hemû hêzên demokratîk kirin ku heta vîna gelê Wanê ragihînin têkoşîna xwe bidomînin.

Piştî daxuyaniyê girseyê xwest bi dirûşmeyan heta Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê bimeşe. Girseya ku rastî astengiyên polîsan hat, bi dirûşmeyan bersiv da astengiyên polîsan. Piştre girse bi çepik û dirûşmeyan ber bi avahiya bajêr ve meşiyan.

HATAY

Rêxistinên Hatayê û navçeya Îskenderûnê yên DEM Partiyê jî bi daxuyaniyê xespkirina hilbijartinê ya li Wanê şermezar kirin. Di daxuyaniyên bertekên li dijî xespkirina hilbijartinê ya li Wanê hat kirin de wiha hat gotin: "Em desthilatê vedixwînin rêzgirtina vîna gel."

RIHA

Baroya Rihayê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Şaxa Rihayê bertek nîşanî biryara nûkirina hilbijartinê ya li Curnê Reş da. DEM Partî piştî 45 salan di 31’ê Adarê de bi ferqa 521 dengan şaredarî bi dest xist. Li ser îtiraza 15 sindoqên ku di nav wan de sindoqên bi jimareya 1119 û 1120 ji aliyê AKP'yiyan ve hatibûn şewitandin, Lijneya Hilbijartinê ya navçeyê biryara nûkirina hilbijartinê da. Hinceta biryara nûkirinê jî hat diyarkirin ku di 2 sindoqên ku ji aliyêAKPyiyan ve hatine şewitandin de pusûleyên dengan tune ne.

Baroya Riha û OHD’ê bertek nîşanî biryara nûkirina hilbijartina Curnê Reş a ku DEM Partî bi ser ketibû, dan û diyar kirin ku ev biryar berhema zîhniyeta qeyûmê ye û wiha got: “Em ê destûrê nedin zîhniyeta qeyûman."

Baro û OHD’ê ragihandin ku ji bo vîna gelê Curnê Reş wê hemû pêvajoyên hiqûqî bikar bînin.

COLEMÊRG

Danê êvarê li navenda Colemêrgê û navçeya wê Geverê bi hezaran kes dest bi çalakiyên protestoyê kirin.

Li navenda Colemêrgê girseya ku piranî ji ciwanan pêkhatî, bi dirûşmeya "Abdullah Zeydan rûmeta me ye" meşek li dar xist. Piştî demekê çalakiya protestoyê mezin bû û li nêzî ofîsa Serokê AKP'ê yê Colemêrgê Zeydan Kaya, AKP'iyan çek ber bi hewayê ve teqandin. Ciwan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan. Polîsên taybet daketin navenda bajêr. Polîs bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî girseyê kirin. Protestoyên li bajêr her diçe berbelav dibin.

Li Geverê jî li taxên Yeşildere, Dizê, Orman û Cumhuriyetê ciwan çalakiya protestoyê li dar xistin. Ciwanên ku tim dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin, agir vêxistin û rê li ber çûnhatinê girtin. Polîsan li vir bi bombeyên gazê, ava şid û fîşekên plastîk êrîşî ciwanan kirin. Protestoyên li navçeyê didomin.

SÊRT

Rêxistina DEM Partiya ya Sêrtê, darbeya hilbijartinê ya AKP'ê ya li Wanê protesto kir. Hevşaredarên Sêrtê Safiye Alagaş û Mehmet Kaysî, Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sebahat Saritaş Erdogan, Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên bajêr û Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de gelek kes li ber avahiya bajêr kom bûn. Girse ber bi Qada Demokrasiyê ve meşiya, lê polîsan nehişt. Ji ber vê Parlementer Sebahat Saritaş Erdogan bi tena serê xwe meşiya. Girseya ku guh neda êrîşên polîsan da dû Erdoganê. Li seranserê Kolana Guresê dirûşmeyên "Abdullah Zeydan ne bi tenê ye", "Bijî berxwedana Wanê" û "Abdullah Başqan rûmeta me ye" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin.

Piştî ku her çû girse qelebalix bû polîsan êrîşî girseyê kir û gaza îsotêreşanin. Girse tevî hemû êrîşên polîsan jî dirûşme berz kirin û lîrand. Girse heya Qada Demokrasiyê meşiya.

Hat hînkirin ku piştî meşê gelek kes hatin binçavkirin. 

AMED

Li navçeya Bismilê ya Amedê jî gel li dijî hewldana darbeyê ya li Wanê meşiya. Girse ji avahiya partiyê heya avahiya şaredariya kevn meşiya û dîsa vegeriya avahiya partiyê. Di dema meşê de tim dirûşmeya "Bijî berxwedana Wanê" û "Bismil ranezê dê dor were te jî" û "Abdullah Zeydan rûmeta me ye" berz kir. Li vir daxuyanî hat dayîn.

Hevserokê DEM Partî ya Bismilê Msûtafa Kûrt, tiştên li Wanê qewimîne wekî xepkirina vînê pênase kir û got ku ew ê li dijî vê tim li ber xwe bidin û xwedî li vîna xwe derkevin.

Piştî axaftinan gel dirûşme berz kirin û ber bi avahiya partiyê ve meşiya.

FARQÎN

Li Farqînê jî gel li dijî xespkirina vînê ronahiyên xwe vêxistin û tefandin û çalakiya dengderxistinê li dar xist. Li gelek taxên navçeyê çalakî hatin lidarxistin û gel bertek nîşanî xespkirina vînê da.

STENBOL

Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), li gelek taxên Stenbolê meşên bi meşale li dar xistin û dirûşmeyên "Ji bo Wanê rabe" berz kirin.

ÊLIH

Li Êlihê jî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat şermezarkirin. Girseya ku li Kolana Diyarbekirê kom bû bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Wanê" meşiya. Polîsan bi gaza îsto, ava şid û fîşekên plastîk êrîşî girseyê kir. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî û keviran bersiv dan polîsan.