Namzetên DEM Partiyê yên Kocaeliyê: Li dijî zîhniyeta mêtingeriyê, bibin xwedî helwest!

Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Kocaeliyê ya DEM Partiyê Selda Îlgoz Koçyîgît ji şaredariya AKP'ê pirs pirsî û bang li raya giştî kir ku li dijî vê ferasetê helwestê nîşan bidin.

Namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê Kocaeliyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hasan Ozguneş û Selda Îlgoz Kocayîgît di civîna çapemeniyê de bal kişandin ser pirsgirêkên li bajêr.

Namzet Selda Îlgoz Koçyîgît di civîna li Rêxistina DEM Partiyê ya Kocaeliyê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku rêveberiya AKP'ê ya ku ji sala 2004'an ve dewam dike, nikare pirsgirêkên Kocaeliyê çareser bike û bi feraseta mêtingeriyê tevdigere.

Selda Îlgoz Koçyîgît anî ziman ku bi zêdebûna pîşesazîbûnê re rêjeya bêkariyê kêm nabe û got ku pirsgirêkên ekolojîk gav bi gav zêde dibin.  Selda Îlgoz Koçyîgît da zanîn ku şaredariyê di warê tundiya li ser jinê de gavên têrker neavêtiye.

Namzet Selda Îlgoz Koçyîgît destnîşan kir ku tedbîrên pêwîst ên li hember metirsiya erdheja bajêr di dema xwe de nehatine girtin û veguhestina bajar bi hişmendiya ranxuriyê hatiye meşandin.

Di berdewamiya axaftina xwe de Selda Îlgoz Koçyîgît diyar kir ku rêveberiya heyî ne şefaf e, bersiva pirsên gel nade û bang li raya giştî kir ku li dijî vê ferasetê dengê xwe bidin partiya xwe.

Selda Îlggoz Koçyigît wiha axivî: “Em li bendê ne ku gelê me li dijî vê feraseta desthilatdariyê, feraseta mêtingeriyê ya şaredariyê, tiştekî nabîne, ekolojiyê zehmet dike, jinan tu tiştî nabîne, dengê xwe bide partiya me."