CHP’ê îtirazî encamên hilbijartina Dersimê kir

Namzetê CHP'ê Alî Mustafa Çelîk di daxuyaniya xwe ya piştî encamên hilbijartinê de got, "Ez rêzê ji biryara gelê me re digirim" û îtirazî encamên hilbijartinê kir.

CHP’Ê ÎTÎRAZÎ HILBIJARTINA DERSÎMÊ KIR

Li Dersimê di hilbijartinên 31’ê Adarê de namzetên hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Cevdet Konak û Bîrsen Orhan bi 6 hezar û 761 dengan bi ser ketibûn û namzetê CHP’ê Alî Mustafa Çelîk jî bi 5 hezar û 604 dengan bû duyemîn.

GOTIBÛ ‘RÊZDAR IM’

Namzetê CHP'ê Çelîk di daxuyaniya xwe ya piştî encamên hilbijartinê de got, "Ez rêzê ji biryara gelê me re digirim û dixwazim ji bo bajarê me bi fêde be" û îro jî der barê encamên hilbijartinê de li Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Bajêr îtiraz kir. Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Bajêr dê di 5’ê Nîsanê de derbarê îtiraza CHP’ê de biryarê bide.

MAZBATA WÊ DERENG BÊ DAYÎN

Ger CHP ji bo pêvajoya îtirazê bersivek erênî negire, mafê wê heye ku serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bide. Divê YSK herî dereng heta 15’ê Nîsanê bersiva serlêdanê bide.

Çelîk bi 1157 dengan wenda kir û di daxuyaniya xwe ya ewil de diyar kir ku ew encamê qebûl dike. Îtiraza çelik ji ber ku di roja xespkirina Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan de bû sedema bertekan.

Ji ber îtîraza Çelîk roja dayîna mazbataya Orhan û Konak heta îtiraz bi encama bibe hat taloqkirin.