Bertekên saziyên Elewiyan ên ji bo Wanê: Demildest ji vê xeletiyê vegerin

Saziyên Elewiyan ên li Ewropayê diyar kirin ku ew ê li dijî xespkirina vîna li Wanê bêdeng nemînin û got: "Em hêvî dikin ku demildest ji vê xeletiyê vegerin.”

SAZIYÊN ELEWIYÊN EWROPAYÊ

Saziyên Elewiyan di daxuyaniya xwe ya hevpar de bertek nîşanî xespkirina vîna gelê Kurd a li Wanê ji aliyê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ve hatin kirin, dan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Biryara ku der barê namzetê hevşaredariyê yê Wanê Abdullah Zeydan de ku bi dengê gel hatiye hilbijartin, îspata wê yekê ye ku encamên rast ji hilbijartinê derneketine. Encamên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê ji bo gelên Tirkiyeyê kêfxweş in, lê dixuye ku zîhniyetên ku destekê didin rejîma yek zilamî, nerihet dike. Li Wanê jî hewl tê dayin ku mudaxaleyî vîna gel bikin.”

Saziyên Elewiyan diyar kirin ku ew ê li hemberî xespkirina vîna ku weke darbeyê bi nav dikin, bêdeng nemînin û gotin: “Em ê li hemberî vê neheqî û bêhiqûqiyê bêdeng nemînin. Em li benda rêzgirtina vîna gelê Wanê ne. Em biryara ku hatiye girtin qebûl nakin û li bendê ne ku demildest ji vû xeletiyê vegerin e.”

Saziyên Elewiyan ên ku daxuyanî îmze kirin ev in:

Federasyona Elewî Bektaşî

Konfederasyona Yekîneyên Elewiyên Ewropayê

Federasyona Elewiyên Bektaşî ya Awûstralyayê

Federasyona Komeleyên Elewiyan

Weqfa Çandê ya Anadoluyê ya Hacî Bektaş Velî