Bakirhan: Di 31'ê Adarê de em ê yên aîdî xwe paşve bigirin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, "Di 31'ê Adarê de em ê yên xwe paşde bigirin.” Bakirhan bal kişand ser dijminatiya li dijî Kurdan û got, "Polîtîkaya zilmê 100 sal in nikarîbû Kurdan biqedîne û wê ji niha pê ve jî nikaribe biqedîne."

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îro di çarçoveya hilbijartinên herêmî de li navçeyên Dep, Qereyazî, Xinûs ên Erziromê beşdarî civînên gel bû. Bakirhan di civîna gel a li Xinûsê de axivî û got, "Çawa ku ev polîtîkaya zilmê ya 100 sal in dewam dike, nekarî gelê Kurd biqedîne, di pêşerojê de jî wê nikaribe biqedîne. Yên ku vî welatî bi rê ve dibin bila vê rastiyê baş bizanibin. Pirsgirêka Kurd bi darvekirinan çareser nebûye û nayê çareserkirin. Pirsgirêka Kurd girtinan û polîtîkayên zilmê bi dawî nabe û nabe jî. Kurd bi hezaran sal in yek ji gelên herî qedîm ê van xakan e û dê wiha jî bidome.”

Bakirhan got, "Yên ku Şêx Seîd Efendî birin sêdarê, tecrîdê li ser Birêz Ocalan dimeşînin.”

Bakirhan bal kişand ser zîhniyeta dagirker a qeyûman û got, “Durûyên li Xinûsê bi kilamên Kurdî xebatên hilbijartinê dimeşînin, li Colemêrgê welatiyan di makîneyên X-Rayê re derbas dikin."

Bakirhan ev tişt anî zina: “Di salên 90'î de we bi torosên spî Kurd revandin û qetil kirin, îro jî bi SÎHA'yan qetil dikin."
Bakirhan derbarê hilbijartinê de jî ev tiş anî ziman: "Em rojên hilbijartinê dihejmêrin. 29 roj şûnde tiştên aîdî me em ê paşve bigrin. Ew ê ji bo xwe bixebitin, Hevşaredar Gulderen dê ji bo hemû gelê Erziromê bixebite.
Hevalên me yên Elewî jî li Xinûsê hene. Bila ji me bawer bin ku ji bo Cemxane wekî statuya fermî ya îbadetxaneyê bê dîtin çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê ti carî dev ji têkoşîna hevrêyên xwe yên Elewî, bi Kurdan re bibin hemwelatiyên wekhev bernedin.”