Ayşegul Dogan: Weke DEM Partî em dixwazin li her deverê bi ser bikevin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got, "Derdê me ew e ku em bi ser bikevin. Weke DEM Partî em dixwazin li her deverî bi ser bikevin, em dixwazin destketiyên xwe mezin bikin."

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiyê bi daxuyaniyekê rojevên heyî nirxand. 

Dogan, ji ewil bal kişand ser astengkirina xebatên wan ên hilbijartinê û wiha got: “Di bernameya danasîna namzetan a li Basa ya Şirnexê de wesayît bi keyfî hatin sekinandin, lêgerîn û kontrola GBT’ê tê kirin. Li wesayîtên tev li me dibin ceza tê birîn ku mînaka wê Şirnex e.” 

Dogan, diyar kir ku li her derê qala DEM Partiyê tê kirin û ev tişt anî ziman: “Mijara sereke ya nîqaşan jî pirsa ‘gelo DEM Partî dixwaze bi kê bide qezenckirin an jî windakirin?’ heye. Em careke din dibêjin; DEM Partî dixwaze li her derê qezenc bike. Mijareke weke bi aliyekî bidin windakirin di rojeva me de nîne. Rojevên me yên girîngtir hene. Li rexekî şertên newekhev ên hilbijartinê, li rexa din têkoşîna li dijî tayînkirina qeyûman, veguhestina dengan û hwd. heye. Derdê me ew e ku qeyûman bişînin, tiştên bi darê zorê ji me hatine standin li xwe vegerînin û li rojavayê Tirkiyeyê bi ser kevin. 

Dilxwazên DEM Partiyê xwestin em namzetên xwe nîşan bidin û me jî li 77 bajar, 366 navçe û li 53 bajarokan namzetên xwe nîşan dan. Her wiha 3 hezar û 197 endamên meclîsa şaredariyê û 337 jî yên meclîsa giştî weke namzet hatin nîşandan. Divê desthilatdar tavilê dev ji lîstikên xwe yên ku DEM Partî weke partiya yekemîn derdikeve berde. Banga me ji bo wan leşker û polîsên we li herêmê veguhestin ev e; nebin hilbijêrên robot, nebin amûra desthilatdariyê. Hewl didin li Amed, Agirî, Îdir, Şirnex, Mûş, Bedlîs, Çewlig, Êlih û gelek bajaran hilbijêran veguhêzin. Îtîrazên me yên li dijî vê jî tên redkirin. Lê belê rêyeke pir hêsan a valaderxistina vê lîstikê heye; her dengek gelek lîstikan pûç dike. Ji kerema xwe xwedî li dengên xwe derkevin û van lîstikan vala derxînin. 

Zimanê Kurdî yê ku li Meclîsê weke ‘zimanê nayê zanîn’ tê pênasekirin, li Amed, Êlih û Rihayê ji nişka ve bûye zimanê tê zanîn. Heke desthilatdarî di vê mijarê de jidil be, bila qedexe û astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî rake, sererastkirinên qanûnî bike û ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdeyê qanûnan derxîne. 

Wezîrekî got ku gava herî girîng a siyaseta dewletê, weke tifaqa bi HUDA-PAR’ê re nirxand. Û digot ku dê encamên wê 10 sal piştre bên dîtin. Digot ku armanca ji vê gavê, guherîna civakî ye. Li gorî gotina wan; dê li herêmê muhafazekerî dîsa bikeve meriyetê. Gelo heke rewş ev be, ma ev partî ne aparata aqilê dewletê ye? Tişta li vir tê gotin ev e; weke aparata aqilê dewletê bi vê partiyê re tifaqeke stratejîk hate avakirin. 

Em hem vî aqilê stratejîk red dikin hem jî dê li hemberî wê têbikoşin. Em ê tu caran partiyeke ku bi rabûrdiya xwe re hevrû nebûye muxatab negirin. Li holê êş û têkoşîneke mezin heye. Heta hevrûbûn çênebe, em ê tu nêzikatiyên van êşan jinedîtî ve tê qebûl nekin. Ev mijar ji nîqaşê re girtî ye.

Bi deh hezaran leşker û polîs li bajarên me hatin qeydkirin. Lê bila bizanin ku em ê şaredariyên xwe yên hatine xespkirin ji wan bistînin. Em ê nehêlin ew bi hîleyan bi ser kevin. Divê em tenê bi dayîna deng re bisînor nemînin. Divê em li ser sindoqê bisekinin û bêusuliyên tên kirin jî ji rêxistinên me yên bajar û navçeyan re ragihînin. Xebatên me yên ji bo ewlehiya sindoqan jî bi hûr û kûr didomin. Banga me ji bo hemû partiyên li gel demokrasiyê ne, rêxistinên civaka sivîl û platforman ew e ku em amade ne ji bo ewlehiya sindoqan bi hev re bixebitin. Rojeveke me ya ji bo bi aliyekî bidin windakirin tune ye. Tekane derdê me, serketin e. Em ê bi ser kevin.”