Însiyatîfa Gel: Li dijî xespkirina vînê em dakevin qadan

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê bang li hemû hêzên demokratîk bi taybetî li Kurdistaniyan kir ku li dijî xespkirina vînê ya li Wanê bi pêşengiya ciwan û jinan dakevin qadan û heta encamê werbigirin qadan bernedin.

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê , têkildarî xespkirina vîn a li Wanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê got, "Di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2024'an de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê gelê me vîna xwe nîşan da û serketineke gelekî girîng û dîrokî bi dest xist. Di hilbijartinan de gelê me li dijî rejîma qeyûm, polîtîkaya qirkirinê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê û tecrîda li ser Rêber Apo helwesteke zelal nîşan da.

Hilbijartinên xwecihî bi temamî li hawirdoreke antî demokratîk pêk hat û dewleta Tirk a dagirker li dehan bajar û navçeyan bi taybetî li Şirnex, Bedlîs û Qersê mudaxeleyê vîna gelê Kurd kir. Di roja hilbijartinê de gelê me li dijî dengên polîs-leşkerên hatine veguhestin nerazîbûnên xwe bi gotina ‘diz hene, hûn kîne û ji kur hatine’ nîşan dan.

Li dijî rejîma faşîzm a AKP-MHP'ê, gelê Kurdistanê di hilbijartinên xwecihî de li Wanê serketineke mezin bi dest xist û tevî navendê bi giştî 14 şaredarî bi dest xistin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê nikare tehamulî vê yekê bike û ji bo vîna gelê Wanê desteser bike, hewl dide komployeke nû pêş bixe. Tevî ku Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hemû mafên xwe yên hiqûqî bi dest xistibû û ji hemû kontrolên qanûnî re derbas bûn jî tê xwestin li dijî vîna gel derbe bê kirin.

Li dijî pêkanînên qirkirina siyasî ên ji bo desteserkirina vîna gelê Kurd hatine pêşxistin bêdeng mayîn, bertek nîşan nedan û serî tewandin, bi ti awayî nayê qebûlkirin û dijmirovahî ye. Pêwîstiyeke jêneveger a demokrasiyê ye ku, hemû gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li her cihê lê ne li hemberî van pêkanînên kirêt ên li dijî vîna siyasî ya gelê Kurd nerazîbûnek xurt nîşan bidin.

Weke Însiyatîfa Gel a Kurdistanê em bang li hemû hêzên demokrasiyê bi taybetî jî li Kurdistaniyan dikin ku bi pêşengiya bi mîlyonan ciwanan û jinan dakevin qadan, hemû jiyanê bisekinînin û heta encamê werbigirin çalakiyan lidar bixin û qadan neterikînin.

Roj roja yekîtî û xwedîderketina li rûmetê ye û parastina vîna xwe ye.”