BI DÎMEN

20 sal in karê tiba xwezayî dike

Qehtan El Nezal ku ev 20 sal in karê tiba xwezayî dike, da zanîn ku dermanên xwezayî wê di nava civaka me de bêhtir werin bikaranîn.

Dermankirina xwezayî pir girîng e û her wiha mirov sûdeke baş jê werdigire. Bi giyayên xwezayî her nexweşî tên dermankirin. Dema ku em li dîrokê dinêrin em dibînin ku dermankirina xwezayî pir pêş ketibû û tu kesî dermanên kîmyayî bi kar nedianî. Lê belê di roja me ya îroyîn de ev çand û kevneşopî gelekî kêm bû ye û dike ku winda bibe.Tevî vê yekê jî gelek kesên ku vê çand û kevneşopiyê zindî digirin û nexweşiyan bi dermanên xwezayî derman dikin hene. Yek ji van kesan jî ji bajarê Qamişloyê, Qehtan El Nezal ê 51 salî ye ku Nezal hê jî dermanên xwezayî bi destê xwe çêdike û bi kar tîne.

20  SAL IN KARÊ TIBA XWEZAYÎ DIKE

Qehtan El Nezal da zanîn ku ev pîşeya wî ne ji mîraseke malbatî ye, ew bi hezkirin 20 sal in vî karî dike û ev yek anîn ziman: ‘’Ev 20 sal in ez karê tiba xwezayî dikim. Ev pîşeya min ne ku ji malbata min tê yan jî ji hin kesên din fêr bûme. Bi temamî ji hezkirin û mereqekê ez bi xwe fêr bûm. Carekê ez nexweş ketim û çûm nexweşxaneyê. Bijîşkan çi qas derman didan min jî ez baş nedibûm. Min bihîst ku giyayeke xwezayî ji nexweşiya min re baş e û min ew giya ceriband, min dît ku ez bi vî giyayî baş bûm. Gelek kesan dipirsî ku min çawa xwe ji wê nexweşiyê xilas kiriye. Dema ku min bersiva vî giyayê xwezayî dida min bertekên gelekî erênî distand. Rojekê hevalekî min  ji bo heman nexweşiyê giyayê berbehs ji min xwest. Min jê re bi vî giyayî derman çêkir û ew jî baş bû. Ji wê demê heya niha ez karê tiba xwezayî dikim û ji aliyê her kesî jî ve wisa têm naskirin. Piştre hezkirina min a ji vî karî re roj bi roj zêde bû, min xwe bi pêş ve bir û min ev kar domand.’’

GELEK CUREYÊN NEXWEŞIYAN DERMAN DIKE

Qehtan El Nezal li ser cureyên nexweşiyên ku wan bi giyayên xwezayî derman dike wiha got: ‘’Ji gelek nexweşiyan cuda re yên weke êşa gurçikê, gedeyê, dilî, singî û hemû cureyên endamên laşî laşî dermanên xwezayî çêdikim. Bi  baldarî wan giyayan li hev tînim û ku her yek ji wan giyayan xwedî erkeke cuda ye. Ji ber ku gel jî encamên pir baş ji dermanên xwezayî digirin, ew jî ji vê yekê pir razî ne. Her wiha hejmara kesên ku ji bo dermanên xwezayî tên li ba min roj bi roj zêde dibe.’’

DERMAMÊN XWEZAYÎ JI YÊN KÎMYAYÎ BAŞTIR  IN  

Qehtan El Nezal bal kişand ser kartêkirina dermanên xwezayî û axaftina xwe wiha domand: ‘’Hemû dermanên min xwezayî ne û ez bi tu awayî dermanên kîmyayî bi kar anînim. Ji aliyê gelek zanyarên mezin ve lêkolîn hatine kirin ku giyayên xwezayî ji bo her gelek nexweşiyan derman in. Weke tê zanîn li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê gelek nexweşî ji ber avhewayê û psîkolojiyê rû didin û çareseriya van nexweşiyan jî giyayên xwezayî ne.  Gelek kes ji bo nexweşiyan dermanên kîmyayî bi kar tînin lê belê haya wan jê tune ye ku ew dermanên kîmyayî zirareke çawa dide laşê mirovan. Hewce ye mirov qîmetî tiba xwezayî baş nas bizane û ji bilî dermanên xwezayî tu dermanên kîmyayî bi kar neîne.’’

Qehtan El Nezal destnîşan kir ku bi sedan kes ji dermanênwî yên  xwezayî ji nexweşiyan rizgar bûne û got: ‘’Gelek kesên ku ji bo tedawiyê tên li ba min dibêjin ku wan gelekî dermamên kîmyayî bi kar anîne lê belê tê feyde jê nestandine. Piştî ku ez li gorî nexweşiya kesên tên li ba min dermanan çêdikim û ew jî bi kar tînin em dibînin ku piştî hefteyekê kesên nexweş ji nexweşiya xwe rizgar dibin û baş dibin. Yanî feydeyên wê pir in. Vê yekê jî hêz û moral da min ku xwe di vî karî de zêdetir pêş bixim.’’

PEYDAKIRINA GIYAYAN ZEHMET E

Qehtan El Nezal bi van gotinan qala zehmetiyên ku dikşîne kir: ‘’Her wiha di vî karî de ez hin zehmetiyan jî dikşînim. Ji ber li herêmê hemû giyayên ku ez dixwazim di dermanên xwe de bi kar bînim, tune ne. Ez gelekî hewl didim ku ez giyayên herî baş peyda bikim ku gel jî bi awayekî herî baş sûdê jê werbigire.’’

Qehtan El Nezal di dawiya axaftina xwe bal kişand ser girîngiya tiba xwezayî û ev yek anîn ziman: ‘’Ez dixwazim bibêjim ku bila ev çanda me ya tiba xwezayî tim di nava civaka me de hebûna xwe biparêze û pêş bikeve. Di van salên dawî de hejmara kesên ku dermanên xwezayî bi kar tînin pir kêm e û kesên ku bi kar tînin jî hemû kesên temenmezin in. Her wiha ez bang li her kesî dikim ku piştgirtiya çanda tiba xwezayî bikin da ku di nava civakê de bêhtir belav bibe.’’