NÛ BÛ

Polîsên Tirk cenazeyê şehîd Erdal Şahîn revandin

Cenazeyê Erdal Şahîn ê ku li dijî Wezareta Karên Hundirîn a Tirk çalakiya fedayî pêk anî, ji aliyê polîsan ve hate revandin.

Polîsên Tirk cenazeyê Erdal Şahîn (Hasan Oguz) ê ji tîma Tabûra Nemiran ku di çalakiya fedayî ya duh danê sibê ya li hemberî Wezareta Karên Hundirîn a Tirk de şehîd bûbû, revandin.

Polîsan li malbata şehîd Erdal Şahîn geriya û ji malbatê xwest ku ji bo testa DNA'yê nimûneya xwînê bidin. Malbat ji Mêrsînê hatin Enqereyê û ji bo testa DNA'yê nimûneya xwînê dan.

Piştî hevgirtina DNA'yê malbatê ji bo cenaze werbigirin serlêdan kirin. Lê belê cenazeyê Erdal ji aliyê polîsan ve hat revandin û birin Mêrsînê.