OSCE: Şert û merc ne wekhev bûn

Seroka Şandeya Asambleya Parlamenteran a OSCE'yê Farah Karîmî ku hilbijartinên li Tirkiyeyê şopand, têkildarî mijarê axivî. Karîmî got, hilbijartin di nava şert û mercên wekhev de nehate kirin.

Seroka Şandeya Asambleya Parlamenteran a Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE) Farah Karîmî ku hilbijartinên Serokkomariyê yên li Tirkiyeyê şopand, fikarên xwe anî ziman ku di tûra duyemîn a hilbijartinê de şert û mercên wekhev nebû, kampanya bi wekhevî nehate meşandin.

Karîmî anî ziman ku Erdogan ji derfetên desthilatdariyê bi rengekî neheq sûd wergirt û got, "Di tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê de ku 28'ê Gulanê hate kirin, derfet ji hilbijêran re hate dayin ku di navbera alternatîfên siyasî yên rasteqîn de hilbijartinê bikin û tevlîbûneke xurt li dengdanê hate kirin. Lê belê mîna ku di tûra destpêkê ya hilbijartinê de jî hate kirin, weşana alîgiriyê ya medyayê û nebûna şert û mercên wekhev, avantajeke neheq da partiya desthilatdariyê. Rêveberiya hilbijartinê ji aliyê teknîkî ve hilbijartin bi rê ve bir, lê belê di mijara zelalî û ragihandinê de kêmasiyên cidî dewam kirin.

Lê belê di pêvajoya kampanyayê de namzetan nekarîn bi rengekî azad kampanyaya xwe bimeşînin. Di atmosfereke welê de ku azadiya îfadeyê hate astengkirin, hem medya taybet hem jî medya cemaweriyê, di weşanên xwe yên têkildarî kampanyayê de bi rengekî serbixwe û bêalî tevnegeriyan. Vê yekê jî hêza hilbijêran a ji bo hilbijartineke bi zanebûn kêm kir. Roja hilbijartinê bi giranî bêyî pirsgirêk derbas bû. Lê belê di dema jimartina dengan de hin prosedur bi kêmanî bi cih hatin anîn."