Kaçmaz: Di 28’ê Gulanê de xwedî li sindoqan derbikevin

Parlementera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ji bo hilbijêrên Kurd serkeftineke mezin e û got, “Divê her hilbijrêk me dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin."

Beriya hilbijartinên Serokkomariyê ku di 28’ê Gulanê de were kirin, li navçe û navçeyên derdorê bi taybet li Wanê xebatên hilbijartinê dewam dikin. Rêveber û parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk û gel gund bi gund, kolan bi kolan, mal bi mal xebatên hilbijartinê didomînin.

‘HÊZ Û HÊVIYÊ ME HEYE’

Parlementera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ji bo hilbijêrên Kurd serkeftineke mezin e. Kaçmaz got: “Em bi Partiya Çepên Kesk, DBP, HDP û pêkhateyên xwe yên din re xebatên hilbijartinê didomînin. Em di 28’ê Gulanê de di navbera du kesan de tercîh nakin. Em di navbera rejîmê de hilbijartinê bikin. Hêvî bi me re ye, bila haya me ji hêza me hebe. Divê hilbijêrên me yên ku di tûra ewil de neçûne ser sindoqan, biçin ser sindoqan û erka xwe ya dîrokî pêk bînin. Xwedî li sindoq û dengê xwe derbikevin.”

‘LI HEMBERÎ DIZIYÊN KU LI HILBIJARTINAN TÊN KIRIN, BALDAR BIN’

Hevşaredarê Artemêtan a Wanê Medenî Ozer ku qeyûm li şûna wî hate tayînkirin jî anî ziman ku ev hilbijartin ji bo Kurdan û gelên bindest ên li Tirkiyeyê dijîn pir girîng e û wiha got: “Divê kes morala xwe xira neke, ji 14’ê bi biryartir di hilbijartina 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Her kesê ku dengê xwe dide, divê dengê xwe biparêzin. Li hemberî diziyên ku di hilbijartinê de tên kirin, baldar bibin. Ez bang li her kesê dikin ku biçin dengê xwe bidin û xwedî li dengên xwe derkevin.”

‘WERIN EM VÊ DESTHILATÊ BIGUHERÎNIN’

Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şerîf Durmaz got ku gel di hilbijartinên 14’ê Gulanê de vîna xwe nîşan dane û wiha berdewam kir: “Gelê me vîna xwe di sindoqê de nîşan dan û vîneke bi hêz derket holê, lê bi dawî nebû. Ji bo ku roja 28’ê Gulanê desthilat biguhere, Erdogan biçe, divê em hemû xwedî li vîna xwe derbikevin. Ji bo hilbijartina 28’ê Gulanê divê her kes cîran û hevalên xwe yên ku neçûne ser sindoqan, qanih bikin ku dengê xwe bidin. Ev hilbijartin ji bo welêt, guhertin û demokrasiyê girîng e. Em tenê dengê xwe bikar neynin di heman demê de, dengên xwe biparêzin. Em bawer dikin ku 28’ê Gulanê weke ku em dixwazin bi encam bibe. Ev hêz û vîna me heye.”