Zubeyîr Aydar: Dibe ku şerekî mezin derkeve, divê em bibin dengê Rojava!

Zubeyîr Aydar di civîna gel de rojev nirxand û bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan. Aydar diyar kir ku dibe ku li Rojava şerekî mezin rû bide û got, "Divê em bibin dengê Rojava."

CIVÎNA GEL

Li kantona St. Gallen a Swîsreyê li Navenda Çanda Kurd civîna gel hat lidarxistin. Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zubeyîr Aydar di civîna gel de li ser geşedanên li Rojhilata Navîn axivî.

‘ESAD BAWERIYA XWE BI RÛSYAYÊ ANÎ’

Zubeyîr Aydar diyar kir ku pêvajoyek girîng diqewime û destnîşan kir ku hevsengî saet bi saet diguherin. Aydar anî ziman ku pêvajoya li Sûriyeyê Kurdan ji nêz ve eleqedar dike û got, "Rejîma Sûriyeyê di demeke kin de hilweşiya. Bêguman sedemên vê yekê hene. Hewl da ku hebûna xwe li cihê ku her kesî digot 'wê bikeve' bidomîne. Rejîma Esed digot qey bi piştgiriya Rûsyayê emrê xwe dirêj bike.”

’TIRKIYE LI PÊŞIYA AŞTIYÊ ASTENG E’

Aydar bi bîr xist ku Kurd li herêmê aktorekî girîng û bi hêz in û wiha got: "Kurdan çiqasî destê xwe dirêjî wan kir jî qebûl nekirin. Hêzên li wir ji bo çareseriyê amade nebûn. Îranê jî rol lîst. Lê Tirkiye li ber aştiyê bû astengê herî mezin."

'LI SÛRIYÊ GELEK MIROV BI HEV RE DIJÎN'

Aydar da zanîn ku planên Rûsyayê yên li Ukraynayê bi ser neketin û wiha domand: "Rûsya difikirî ku Ukrayna di 2 hefteyan de winda bike." Aydar bal kişand ku li Sûriyeyê ne tenê Ereb, gelek gel bi hev re dijîn û pirsa “Aqûbeta van nasnameyan wê çawa be?" pirsî û got, "Pirsa herî girîng ev e. Hejmareke zûde rêxistineke çekdar ketin Şamê. Pirsa, Sûriyeyeke serbixwe wê çawa be, li pêşiya me dimîne. Tirkiye weke dijminê mezin li dijî Kurdan e. Pêvajoyeke ne diyar li benda me ye û di vê pêvajoyê de pozîsyona me pir girîng e."

‘DIBE KU LI SÛRIYÊ ŞERÊ MÎRASÊ DESTPÊ BIKE’

Aydar bi lêv kir ku komên çekdar ji dîsîplîna şer dûr in û wiha dewam kir: “Komên çekdar ên li wir komên talanker ên ji dîsîplînê dûr in. Me ev dît. Yên ku îro Esad xistin, wê sibê şerê hev bikin. Çanda xenîmetê bi wan re heye. Wê hikumeteke çawa ava bikin, her tişt li ber çavan e.”

'TIRKIYE NAXWAZE KURD DI KOMÎSYONÊ DE BIBIN'

Aydar herî dawî destnîşan kir ku hebûna Kurdan di hikûmeta nû ya Sûriyeyê de bê nîqaş e û wiha got: “Tirkiye naxwaze Kurd di komîsyonê de di hikûmeta nû de cih bigirin û ger daxwaza wan were qebûlkirin, şerekî din li pêşiya me heye. Divê em Kurdên li dîasporayê vê yekê têxin rojeva cîhanê. Şerekî xurt heye û divê em daxwazên wan vala derxin. Ev pêvajoyeke kaosê ye û kî çi bixwaze wê bibe xwediyê wê. Îran ji bo Îsraîl gefeke ciddî ye û Îsraîl jî çi ji destê wê were bike. Me axa xwe li Iraqê bi dest xist, me li Sûriyê jî bi dest xist û niha dora li Îranê ye. Ji ber wê Tirkiye daxuyaniyên navxweyî dide. Ji ber ku ew ditirse."

'DIVÊ GELÊ ME REWŞA ME JI RÊZÊ NEBÎNE’

Aydar bal kişand ser çareserî û nîqaşên diyalogê û wiha bi dawî kir: "Rêber Apo di dema esareta xwe de bi dewleta Tirk re di nava diyalogê de bû. Di vê pêvajoyê de ezmûna me heye. Di vê pêvajoyê de pêvajoya diyalog û aştiyê ya li cîhanê çi ye ne çi ye, xwedî ezmûn in. Hin kom dibêjin 'Tirkiye me dixapîne’. Ji ber vê yekê divê gelê me nefikire ku di nava siyaseta Tirkiyeyê rewşa me ji rêzê ye. Dewleta Tirk ev 40 sal in şer dike û nikare bi ser bikeve.”