Zinar Kanîreş û hevrêyên wî li Malmo hatin bîranîn
Zinar Kanîreş (Zeyfûllah Dera) ê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bû û 4 hevrêyên wî li bajarê Malmo yê Swêdê hatin bîranîn.
Zinar Kanîreş (Zeyfûllah Dera) ê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bû û 4 hevrêyên wî li bajarê Malmo yê Swêdê hatin bîranîn.
Zinar Kanîreş û 4 hevrêyên wî ku di 17'ê Mijdarê de ji ber êrişên hewayî yên dewleta Tirk şehîd bûn, li Navenda Kurd a Demokratîk a Malmo hatin bîranîn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana Rûmetê û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna cangoriyan hate nîşandan.
Nûnerê Komîsyona Malbatên Şehîdan piştre axivî û destnîşan kir ku gelê Kurd ê di têkoşîna 41 salan de berdêlên mezin da li çar parçeyên Kurdistanê destketiyên mezin bi dest xist.
Di civînê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Bijî Kurdistan" hatin avêtin.