Mashar Turan li Elmanyayê ji ber xala qanûna ceza ya elman 129b’yê hatibû dadgehkirin û 2 sal û nîvan di hepsê de mabû. Ji dema ku hatiye berdan û vir ve jî rayedarên Elman tiştên ecêb li ser wî ferz dikin. Mashar Turan ev 21 meh in, nikare ji bajarokê lê ye, derkeve derve. Li ser wî hatiye ferzkirin ku hefteyê 4 caran biçe polês û bi îmzeya xwe piştrast bike ku li wir e. Ji ber van ferzên kêfî yên ku mafên bingehîn ên ferdî binpê dikin, Mashar Turan doz vekir. Mashar Turan got, “Ya ku tînin serê min tecrîd e, îzolasyon e” û ji dewleta Elman xwest ku êdî dawiyê li vê siyaseta krîmînalîzekirinê bîne.
Dewleta Elman xala qanûna ceza 129b´yê ji bo krîmînalîzekirina Kurdan timî bi kar tîne. Bi vê qanûnê, ne lazim e ku kesekî sûcek li Elmanyayê kiribe û heta ne lazim e ku sûcek jî kiribe. Heger dozger îdîa bike ku karên qanûnî jî li ser navê rêxistinê hatine kirin, bi vê xala qanûna ceza, ceza li Kurdan tê birrîn. Mashar Turan yek ji van Kurdan bû û ji ber vê yekê 2 sal û nîvan di hepsên Elmanyayê de ma ragirtî. Mashar Turan Kanûna 2021’ê hat berdan, lê zexta li ser wî dewam dike: Ev 21 meh in ku ew hatiye tecrîdkirin; mafê wî yê îqameta daîmî jê hat stendin û ew nikare derkeve derveyî bajarokê lê. Rayedarên Elman, pasaporta wî desteser kirin û îqameya wî mehê carekê didinê. Wekî din mafê doza penaberiyê yê Mashar Turan tê binpêkirin. Hefteyê 4 rojan ew neçar e biçe cem polês û bi îmzeya xwe nîşan bide ku li bajarok e. Dilê Mashar Turan nexweş e, lê ji bo ku biçe doktor jî lazime destûrê bistîne. Li Mashar Turan wekî din hatiye qedexekirin ku biçe komeleyên Kurdan û têkiliyê bi hin siyasetvanên Kurd re deyne. Ji bilî van hemûyan 64 hezar euro cezayê pere jî li wî hat birrîn.
ÇÛNA DOKTOR JÎ Bİ DESTÛRÊ YE
Ev ferzên hanê li ser Mashar Turan wê 5 salan dewam bikin. Ji ber wê ew dibêje, “Eynî weke ku tecrîdkirî bim. Piştî tehliyekirinê, dest werdan jiyana min. Doza li dijî min hat vekirin ne hiqûqî bû, û ev ferzên hanê jî ne hiqûqî ne. Ev encama biryareke siyasî ne. Ez ji dewleta Elman dixwazim dawiyê li van pêkanîn û ferzan bîne.”
Mashar Turan got, ji bo biçe doktor jî, lazim e destûrê bistîne, û wiha peyivî: “Hin nexweşiyên min hene. Doktorê min ê malê, qederê 10 kîlometreyan li derveyî bajarok e. Gava ez dixwazim biçim doktor jî, ez raporê werdigirim, ji parêzerê xwe re dişînim, parêzerê min jî raporê ji dadgeh û polês re dişîne. Tenê bi vî rengî dikarim biçim doktor.” Bi vî rengî jî nîşan dide ka neheqiya lê tê kirin, gihiştiye çi astê.
TERORÊ TERÎF BİKİN!
Li dijî van ferzan, Mashar Turan di warê hiqûqî de têkoşîna xwe dewam dike. Doza wî vekirî, li Dadgeha Îdarê ya Giessenê vê hefteyê bi rê ve çû. Biryara dozê wê di nava mehekê de bê eşkerekirin. Wî di parastina xwe ya li dadgehê de bi bîr xist ku li Koblenzê bi neheqî ew timî weke “milîtan û endamê rêxistina terorîst” hatiye binavkirin û got, “Miletek û rêxistina wî PKK çawa dibin terorîst! Bila hinek terorê terîf bikin”.
SÛC NÎNE LÊ CEZA HEYE
Mashar Turan got, piştî 30 rûniştinên ceza, îsbat bû ku ew tev li tu bûyerên şidetê nebûye, dadgehê jî ev tescîl kiriye û wiha dewam kir: “Dîsa jî 2 sal û 6 meh ceza li min birrîn. Gava ku biryar dan jî gotin, ‘naşibe terorîstan´ lê dîsa jî ceza birrîn. Ev kirinên li dijî me, ti aliyê wan ê hiqûqî nîne, bi temamî siyasî ne.”
EV TECRÎD E
Mashar Turan temamê cezayê xwe di hepsê de ma. Ew pêvajoya paşê wiha dinirxîne: “Ji roja ez hatime tehliyekirin û pê ve, lazim e 5 salan ez hefteyê 4 rojan biçim qereqola polêsan û bi îmzeya xwe piştrast bikim ku ez li vir im. Nexweşiyên min ên dil û tansiyonê hene. Ez emeliyat jî bûm. Li min qedexe kirine ku ez bi 5 kesên diyar re bipeyivim. Mehê carekê memûrek tê min kontrol dike. Wekî din 64 hezar euro ceza li min birrîne. Wan pasaporta min tevî îqameya min a bêmohlet, desteser kir. Bi ser de jî mafê min ji min wergirtin, ji bo ku ez ji nû ve nikaribim doza penaberiyê bikim. Halê hazir, mehê carekê îqamê didin min. Gava diçim doktorê malê, ez belgeyê werdigirim û didim polês. Ez nikarim derkevim derveyî bajarokê xwe. Ev tecrîd e, ev îzolasyon e. Tecrîd kirineke ne insanî ye.”
Mashar Turan ji heyeta dadgehê xwest ku tavilê ji van kirinên şaş vegere û ji raya giştî jî xwest, hestiyar be.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka