Zîlan li Berlîn û Sydneyê hate bibîranîn

Ji bo protestokirina êrîşa li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku di sala 1996’an de li Dêrsimê çalakiyeke fedaî li dar xistibû, li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye û li bajarê Sydneyê yê Evûstralyayê hate bibîranîn.

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye bibîranîn ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan hate lidarxistin.

Di bibîranînê de nameyên Kinaci hatin xwendin û li ser navê Jinên Ciwan ên Azad Nîlo Dêrsim axivî. Dêrsim diyar kir ku Zîlan çanda xwedawendiyê li Kurdistan û Rojhilata Navîn ava kiriye û got ku “Wê pêşengî ji jinên cîhanê re kiriye.”

Li ser navê Meclîsa Gel a Berlînê Nûjiyan Gunay jî diyar kir ku çalakiya Zîlanê rê li ber vî tiştî vekiriye ku jin û ciwanên Kurd xwe bidin ber pirsan.

Piştî sînevîzyona li ser Kinaci hate nîşandan, bibîranîn bi dawî bû.

SYDNEY

Li bajarê Sydney ê Evûstralyayê jî Kinacî tevî şehîda enternasyonalîst Reece Hardîng û sivîlên li Başûrê Kurdistanê bi êrîşên dewleta Tirk hatibûn qetilkirin, hate bibîranîn.

Hevseroka NCDK’ê Gulfer Olan di bibîranînê de axivî û diyar kir ku Zîlan bi çalakiya xwe diyar kiriye ku ew dikare bibe zimanê civakê yê rêxistinbûyî.

Hevserokê NCDK’ê Îsmet Taştan jî qetlîamên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Taştan diyar kir ku divê PDK dev ji helwesta xwe ya dijminane berde û divê gelê me vê xeta îxanetkar diyar bike.

Şervana enternasyonalîst Reece Hardîng a ku li Rojava şehîd bûbû, helbestên wê yên ji bo zarokan hate xwendin û sînevîzyon hate nîşandan.