Zîegler ê ku hevalê Che, Sartre û Beaûvoîr e piştgirî da Partiya Çepên Kesk

Jean Zîegler (88) ê ku rexneyên giran li Partiya Çepên Kesk dike, ji bo piştgiriya Partiya Çepên Kesk bang kir.

Zîegler di televîzyona Medya Haberê de ji Serkan Demîrel re axivî û ji bo piştgiriya Partiya Çepên Kesk bang kir.

Jean Zîegler diyar kir ku rejîma Erdogan rejîmeke tîranê ye û got “Rejîma Erdogan teqez rejîmeke emperyalîst e. Ev rejîm ji demokrasiyê nefret dike û rejîma şîddetê ye. Hêvîdar im Erdogan wê di hilbijartinan de têk biçe û bi vî awayî wê Kurd karibin qedera xwe diyar bikin û mafên xwe yên nasname û hebûnê bi dest bixin û wê di navbera Kurd û Tirkan de diyalogeke demokratîk dest pê bike.  Gelê Kurd ji bo têkbirina Erdogan divê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û tevlî vê firsenda girseyî bibe.”

Zîegler diyar kir ku gelê Kurd mînaka cesaret û biryardariyê ye û got “Ji ber têkoşîna wan a li hemberî cîhadîstan ez spasiya gelê Kurd dikim. Ez hestên xwe yên heyranbûn û hevgirtinê dişînim ji gelê Kurd re.”

ZÎEGLER KÎ YE

Tê diyarkirin ku Zîegler demekê li Cenevreyê ji Che Gûevara re şifêrtî kiriye û rojekê ji Che re gotiye ‘Fermandar ez dixwazim bi we re werim’ û tê gotin Che avahiyên bi ronî nîşanî wî daye û gotiye ‘Mejiyê vî cinawirî li vir e, divê em li vir têbikoşin.’

Zîegler ê ku ji bo xwendina xwe çûbû Parîsê li vir Jean-Paûl Sartre û Sîmone de Beaûvoîr nas dike û di Hezîrana 2022’an de diyar kiribû her fîlozofan gelek pêşniyaz li wî kirine.